Aforîzma navdar "Dîrok du caran xwe dubare dike: Carekê wekî trajediyek, carek din wekî komedî" gotinek ji XVII Brumaire ya Louis Bonaparte ye, gotara Karl Marx li ser derbeya 1851’an li Fransa. Ne mimkûn e ku em serpêhatiya paşerojê bigihînin îro, lê em dikarin bi analîzkirina bûyerên mîna berê çêtir fam bikin ka çi diqewime. Siyasetmedarê Romayê kevn Cicero jî dîrok wekî "mamosteyê jiyanê" bi nav kir. Zêdetirî hezar û nîv sal şûnda, dîroknasan gotin ku divê mirov "bi hûrgulî li ser paşerojê zanibe" da ku "bi aqilmendî li ser pêşerojê bihizire". Rêber Apo jî gotina dawî danî û got: “Dîrok di roja me da veşartîye, em jî di destpêka dîrokê de veşartine".
Berî her tiştî, divê were fam kirin ku prensîba bingehîn têgihiştin û lêkolîna dîrokê ye, ango tatolojî ku bi xwe prensîba dîrokparêziyê ye. Bê guman di civakê de pêvajo hene ku bi awayekî din li hev tên, lê ne mimkûn e ku dîrok dubare bibe - şert û mercên dîrokî yên her serdemê her dem cûda ne, her çend wekî hev xuya bikin jî. Ji ber vê yekê, gava ku kesek dibêje "dîrok xwe dubare dike", ew, bi rastî, tê vê wateyê ku tiştê ku niha diqewime, hin xal di pêşvebirina hin komployekê de tîne bîra wî, ku ji wan çîrokên li ser rabirdûya ku bihîstiye an xwendîye nas dike. Dîrok neçar e ku xwe dubare bike ji ber ku kes guh nade wê.
25’ê Cotmeha 1992’an ji bo Kurd û Kurdistanê dîrokek girînge. Gulnaz Karataş ango rêheval Bêrîtan di şerê li Xakûrkê de bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Komên hevkar a malbata Berzanî pêk dihat weke di rojên meyên îro de derbasî aliyê êrîşkar bûn. Hevala Bêrîtan heta guleya dawî li ber xwe da. Li ser banga dijmin a teslîmbûnê xwe ji zinar avêt û got: “Ji xiyanetê re na!” û bi vî awayî helwesta xwe ya li hember xiyanet û dagirkerîyê nîşan da. Gulnaz Karataş ango Bêrîtan yek ji wan jinan e ku ji bo destpêka artêşbûna jinê ya yekemîn bingeh avêtiye. Wê di şer de fikra jinan guhert. Wêrekiya bêhempa ya hevala Bêrîtan a di şerê gerîla de potansiyela jina Kurd a azad nîşanî cîhanê da. Bêrîtan weke jineke kurd a efsanewî - têkoşer û parêzvana gelan, îspat kir ku çareseriya hemû erkên leşkerî bi vîna jinê ve girêdayî ye û weha ket dîroka Kurd û Kurdistanê. Kesayeta Bêrîtan azadiya ku ji dilê jinên Kurd de diherike temsîl dike. Bi evîna jiyanê dagirtî, lehengek herheyî ya ciwan a watedar.
Îro li Metina, Zap û li gelek deverên Kurdistanê dîrok xwe nû dike. Li hember xîyanet û dagirkerîyê gerîlayên azadîyê ruhê Bêrîtanan divejînin û destanan dinivîsinin. Axa Kurdistanê dibe goristan ji dijmin û xîyanetê re ji ber ruhê Bêrîtan’an wê her hebin. Ji ber Kurdên xwedî rûmet û şeref êdî xîyanetê qebûl nakin. Ew ê nehêlin ku li ser xaka Kurdistanê dijminê bav û kalên wan, kujerê keç û kurên wan bigerin û qirêj bikin. Hetta ku xiyanet, hevkarî û dagirkerî hebe berxwedan jîyan e her wê sirûda me be.
Ji ber vê yekê, ger em ji paşerojê encaman dernexin û erken xwe bi cîh neynin ne ew lehengên nemir û ne jî axa me ya pîroz me efû bike. Gelê Kurd a bi rûmet hewl dide xwe bigihîne asteke nû ya şaristanî û di cihana îro de bi awayekî azad bijî. Ger ev yek bi ser nekeve, dewrek din a dîrokê, mîna ya berê xwe dûbare bike. Ev sirrê dubarebûna dîrokê ye. Dîrok armanca xwe heye û ji mirovahiyê re şens tê dayîn ku careke din xwe biguherîne. Yan em ê di rûpelên dîrokê de bibin rûpelek rûreş û şermî ango bi bûrûmetî bên bibîranîn.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Ji pevçûnê ber bi pêşveçûna domdar
15 nîsanê
Newekhevîya sosyo-aborî li cîhanê
1 nîsanê
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
25 sibatê
Gelo aştî bê azadî dibe?
18 sibatê