Qendîla serberz Hacî Ehmedî hembêz kir
Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:30
Cenazeyê Hevserokê pêşî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Abdulrehman Hacî Ehmedî bi Hacî Ehmedî tê nasîn li Binarê Qendîlê bi merasîmekê li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr hate veşartin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Di merasîmê de Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûmînî axivî û got:“Havrê Hacî rûhekî ciwan, şoreşger û dîrokî bû. Hemû jiyana xwe fedayî azadiya gelê xwe û welatê xwe kir. Heta dawiya jiyana xwe têkoşîn kir. Niha li cihê têkoşeran wî dispêrin axê.” Peyama KCK’ê ji aliyê Kara Mehmûd ve hate xwendin û hate gotin:“Îro Qendîl pêşwazî li bazeke din ê welat ku hemû temenê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kiriye, dike. Li ser wesayeta wî ew mil bi milê hevrêyên xwe tê spartin axê. Hacî Ehmedî bi dehan sal wek pêşmerge û gerîla li çiyayên Kurdistanê xebat û têkoşîn kiriye.”
Hinaseya dawî Rêber APO silav kir
Li ser navê balbatê jî Lence Xurşîd peyamek da û got:“Em îro li Qendîla serbilind in. Silavên hevrê Hacî digihnînin we. Ev cih ew cihe ku tim hevrê Hacî digot; ‘Roja azadiya gelê Kurd li vir bilind dibe’.” Hemû demê digot; ‘Dema hûn çûn Qendîl berî her tiştekî serdana şehîdgehê bikin û berî silavê xwe bitewînin û qefdek gul danin ser gorên şehîdan û piştî demek kin hûnê hest bi aramiyê bikin’. Ew tim xebat ji bo azadiya jinê dikir. Berî henaseya dawî silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo û gelê Kurd kir û got; ‘Divê em hemû piştgiriya vê pêngavê bikin ku Rêber Apo daye destpêkirin’.”
Ji kesûkarên Hacî Ehmedî Şoreş Gulî anî ziman ku helwesta Şehîd Hacî Ehmedî li hemberî dagirkeriyê diyar bû û got:“Em malbat bi rêya şehîd Hacî serbilindin. Emê li ser rêya wî bimeşin heta armancên wî bi cih tînin.”
Endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn peyama KNK’ê xwend û got: “Mînakên xebatên mîna Şehîd Hacî Ehmedî pir kêmin. Ev yek wê nîşan dide ku Hacî ne tenê yê malbatê û partiyê bûye. Bûye kedkar û rûmeta hemû Kurdistanê. Hemû hewldanên wî ji bo azadiya Kurdistanê bû. Li Rojhilatê Kurdistanê yek ji pêşengê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye.” Dawiya merasîmê bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê Hacî Ehmedî hate veşartin.
ROJNEWS/QENDÎL