Hevrê Dilmaf dikin hinceta têkoşînê
Çarşem 9 Nîsan 2025 - 02:45
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got:“Em ê bîranîna hevrêyê xwe Dilmaf bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêyê me Dilmaf Efrîn 6’ê Sibata 2025’an di encama teqîneke ji ber qezayekê çêbûyî de, şehîd bû. Zarokê hêja yê Efrînê, milîtanê Apoyî hevrê Dilmaf bû yek ji hezaran milîtanên fedayî yê ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me bi îdîa û biryardariyeke mezin her wezîfeya li ser esasê pîvanên Partiyê bi cih anî û bû meşaleyeke ku wê her tim rêya me ronî bike. Hevrêyê me Dilmaf milîtanekî Apoyî bû ku bi saya baweriya xwe ya ji bo Rêber Apo û Partiya me û bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê yên gelê me, bawerî da hemû hevrêyên xwe. Di nava xebatên ku ji bo Partiya me pir girîng de, cih girt. Bi şehadeta xwe hevrêyên xwe pir xemgîn kir. Em ê her tim hevrêyê xwe Dilmaf bi xebatkarî, rûkenî û kesayeta wî ya dirûst bi bîr bînin. Em ê bîranîna wî bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.
Em ji malbata wî ya hêja, gelê Efrînê yê bi wêrek û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ji bo em bibin layiqê şehîdên xwe yên leheng, em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Hevrêyê me Dilmaf li bajarê berxwedanê li Efrînê hate dinê. Sala 2014’an biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bi sekna xwe ya milîtanî, baweriya hevrêyên xwe vala dernexist û erka xwe bêqisûr bi cih anî. Di her qada têkoşînê de weke kesekî ku alîkarî dida hevrêyên xwe dihat naskirin û ji bo xurtkirina rêgezên Partiyê ked dida. Hevrêyê me Dilmaf ku bi hevrêtiya xwe ya ji dil, germ û kûr di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, wê bi sekna xwe ya milîtanî û dilsoziya bi şehîdan re her tim bê bîranîn.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Dilmaf Efrîn, bi vî rengî ne:
Dilmaf Efrîn (Xelîl Cuma), li Efrînê jidayîk bûye, 6’ê Sibata 2025’an li Garê şehîd bû.
BEHDÎNAN