- Fayiq Gulpî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ya li dijî PKK’ê û diyaloga neteweyî ya nava hêzên Kurdî axivî û xwest Kurd bi yekîtiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin û dîplomasiyeke xurt bimeşînin.
Siyasetmedar Fayiq Gulpî der barê xalên sereke yên rojevê de ji Ajansa Firatê (ANF) re axivî û pêşî qala pozîsyona dewleta Tirk ya li Herêmê û bi taybetî êrişkariya wê ya li ser Başûrê Kurdistanê kir û got: "Bêguman Tirkiye wek dewleteke faşîst a li Rojhilata Navîn, di mijara çareserkirina pirsgirêkên bi pêkhateyên herêmê çi li hundur û çi jî li derve, ji rêbaza leşkerî bawer dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane û demokratîk bawer nake. Lewma êrişî her deverê dike. Bi rêya parlamentê ku derfet dide li derveyî sînorên xwe operasyonan bike vê yekê pêk tîne. Li welatên din parlement pêşî li artêşên xwe digrin ku li derveyî welat operasyonan nekin. Lê mixabin artêşa Tirk bi rêya parlamentê destûr digre ku li Lîbya, Sûriye, Azerbaycan, Herêma Kurdistan û Iraqê operasyonên leşkerî pêk bîne."
Behdînan jî li ber radibe
Gulpî diyar kir ku rewşa Herêma Kurdistanê û bi taybetî ya PDK’ê xirabe û got: “Li gorî cihên din rewşa hikumeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê ji her alî ve xirab e. Wate eger berê nerazîbûnên li hemberî siyasetên PDK’ê hebûya li herêmên Soran, Silêmanî û Kerkûkê zêde hebû, lê niha nerazîbûn li herêma Behdînanê zêdetir e. Ji ber ku nêzî 50 kes girtine. Berê kelh û piştevaniya PDK’ê herêma Behdînanê bû, lê niha heman cih pir li dijî PDK’ê ye. Dibe ku bibe cihek ya ji bo rûxandina PDK’ê. Ji ber vê rewşa PDK’ê li herêma Behdînanê xirab e, jixwe li herêmên Silêmanî, Kerkûk û hwd. jî qet baş nebûye. Di heman demê de pirsgirêkeke din jî heye. Pirsgirêkeke wê ya mezin a bi Iraqê re heye ku ew jî ji ber Tirkiyê ye ango bi Tirkiyê re li ser petrolê peymana wê ya 50 salî heye. Pirsgirêkeke din jî ya bi gel re heye. Niha ew desthilata Herêma Kurdistanê ne, serokê encûmena wezîran, serokê herêma Kurdistanê û piraniya fraksyonên herêma Kurdistanê di destê PDK’ê de ye. Gel bê mûçe ye… heta bêjî pirsgirêkên PDK’ê hene."
Polîtîka dewleta Tirk mîna kansêrê ye
Gulpî îşaret bi hevkariya PDK û dewleta Tirk ya ji bo şerê li dijî PKK’ê kir û got: "Di vê demê de eger hez bike jî nikare bi artêşa Tirkiyeyê û Iraqê re PKK’ê tune bikin û dizane ku şerekî bi vî rengî dibe ku bibe sedema rûxîna PDK’ê bi xwe. Divê em wek neteweya Kurd bizanin ku ev siyaseta niha ya dewleta Tirk bi rê ve dibe di nava bedena mirovatiyê de mîna penceşêrekê ye. Pêwîst e ku em hemû wek gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, demokrasîxwazên cîhanê, Ewropa û cihên din hewl bidin ku vê penceşêrê ku hevpemaniya AKP-MHP ya ji bedena mirovatiyê biavêjin. Di vê baweriyê de me ku di hilbijartinên dema bê de rewşa wiha bibe ango AKP-MHP di hilbijartinan de bixisirin û ew siyaseta faşîst ku çendîn salin ku li Tirkiyê tê rêvebirin bi dawî bibe. Ger ku wisa nebe jî ango eger Tirkiye karekî ehmeqane bike, êrişî Şengalê yan cihekî din bike jî, dibe ku bibe sedema şerekî ku tunebûna Tirkiyeyê nêzîk bike û negihîje hilbijartinan.
Divê yekîtiya neteweyî pêk were
Fayiq Gulpî di dawiya axaftina xwe de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî axivî û got: "Yek ji pirsgirêkên me nebûna yekîtiya Kurdan e. Ji bo yekîtiya Kurdan xebateke dîplomasî û lobî pêk nehatiye. Eger em bixwazin Sykes Pîcot ku 2023, Tirkiye gefan dixwe, weke ku zirarekî mezin gihîştibê daxwaza Mûsil, Kerkûk, Heleb û gelek cihan dike vegerîne bin desthilatiya xwe. Ji bo ku em dubare bi heman dîrokê re rû bi rû nemînin divê yekgirtî bin û pêwîst e ku berjewendiyên hizbî û bîrdozî li ser yên neteweyî negirin. Pêwîst e ku ew yekgirtine wer bike ku em xebateke dîplomasî bikin. Mixabin xebatên me yên dîplomasiyê pir lewaz in. Tirkiye li dijî Kurdan domdar li her çar parçeyên Kurdistanê û li her deverê xebatên dîplomasiyê dimeşîne. Ji ber vê yekgirtina Kurd û diyarkirina siyaseteke neteweyî ya demokratîk û dîplomasiyeke çalak girîngtirîn xebatê sala 2023’ê ye da ku Sykes Pîcot'eke din dubare nebe."
NAVENDA NÛÇEYAN