Dîplomasiya DYE'yê li Hewlêrê
Çarşem 18 Çile 2023 - 01:38
Nûnerê Dewleyên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, Brett McGurk bi serokê Nêçîrvan û Mesûd Barzanî, û Bafil Talabanî re civiya.
Brett McGurk pêr serdana xwe ya Iraqê dabû destpêkirin. Doh danê sibehê McGurk li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û di civînê de behsa rewşa dawî ya siyasî li Iraqê, peywendiyên Emerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hate kirin. Li gorî agahiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan her du alî axivîne, herwiha rewşa Herêma Kurdistanê û yekkirina hêzên pêşmerge jî hatiye guftugokirin.
Piştî wê Brett McGurk çû serdana serokê PDK’ê Mesûd Barzanî. Li wir jî behsa hilbijartinên li Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên pêşmerge, peywendiyên bi Bexdayê re hatiye kirin.
Piştre Brett McGurk li baregeha Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya. YNK’ê da zanîn ku di civînê de mijarên weke reform, hinardekirina dolaran ji bo Îranê, peywendiyên Herêm û Bexdayê hatine guftugokirin.
ROJNEWS/HEWLÊR