Dîplomasî li dijî dagirkeriyê

Çarşem 26 Gulan 2021 - 07:18

Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê kir. Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê jî piştgirî da hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. 

Serdanên KNK’ê yên ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê bi serokatiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê çû serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê.

Serokê tevgerê Xidir Rudî û endamên tevgerê şande pêşwazî kir.

Di civînê de her du alî li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, nexasim jî mijara dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Başûrê Kurdistanê nîqaş kir.
KNK’ê di civînê de behsa armanca xwe serdanan kir û got, armanca wan ya sereke ji bo parastina destketiyên Kurdistanê, yekîtiya aliyên siyasî, helwêst û karê hevbeş e.

KNK´ê da zanîn ku ew dixwaze, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker jî Hikûmeta herêmê û aliyên siyasî helwêstek cidî nîşan bidin.
Serokê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê Xidir Rudî jî behsa naveroka civînê kir û got, “Me di civînê de behsa girîngiya yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Em dagirkeriya dewleta Tirk red dikin, pêwîst e hemû aliyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwêst bin. Ji bo parastina destketiyên Kurdistanê, divê li dijî dagirkeriyê rawestin.”

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.