Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di nava 10 salên bihurî de ji ber bombebaran û topbaranê milyonek û 100 hezar donim daristanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê şewitîne.

Desteyê doh li Hewlêrê rapora xwe ya 2020’an eşkere kir. Berdevkê desteyê Ehmed Mihemed got; "Sala 2020’an, desteya me destûr daye hezar û 329 projeyên cihê. Ji van 407 li Hewlêrê ne. Li Dihokê 388, li Silêmaniyê 251, li Germiyanê 210 û li Raperînê  73 proje. 19 proje hatine rawestandin. Ji ber ku pîvanên jîngehê li ber çavan negirtine, 33 proje bi 67 milyon û 646 hezar dînarî hatine cezakirin.”

Li gorî raporê, desteyê sala 2020’an 2 hezar û 118 proje kontrol kirine. Di raporê tê destnîşan kirin ku 429 gilî hatine kirin û ji van 23 hatine çareserkirin.

Li gorî raporê li Herêma Kurdistanê 220 rêxistinên jîngehî hene û van 455 çalakiyên jîngehî kirine.

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq jî got, ji ber bombebaran û topbarana welatan -yanî dewleta Tirk û Îranê -, di nava 10 salên bihurî de zêdetirî milyonek û 100 hezar donim daristanên xwezayî yên Kurdistanê şewitîne û tine bûne.

ROJNEWS/HEWLÊR