Dinyayê bihîst dozger nebihîst

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 03:15

Ferît Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê di roja 86´an de didomîne, got, “Tevahiya dinyayê dengê me bihîst. Serdozgerê Komarê ya Rihayê, her roj di ber me re derbas dibe, ji daxwaza me ya edaletê re ker û lal e.”

Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar a ku 3 ferdên wê ji aliyê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 86’an de didome. 

Ferît Şenyaşar doh li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got: “Demeke dirêj e em ji bo bersivandina daxwazên xwe li ber edliyeyê ne. Daxwazeke me ya mafdar heye. Dinyayê hemûyî dît ku Malbata Yildiz (Malbata Îbrahîm Yildiz ê AKP’î) li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kir. Tevahiya dinyayê dengê me bihîst. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, her roj di ber me re derbas dibe, ji daxwaza me ya edaletê re ker û lal e. 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, lê kes ji aliyê hember nehatiye girtin! Serdozgerê Rihayê niha dibe hevparê sûc. Bila tişta pêwîst bikin, em ê jî nobeta xwe ya edaletê bi dawî bikin.” Ferît Şenyaşar bang li her kesî kir da ku piştgiriyê bidin wan.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.