- Piştî ku rektorê Zanîngeha Hamburgê hewl da Konferansa “Navdixwedana li hemberî Modernîteya Kapîtalîst” asteng bike, konferans xurttir li tevahiya bajêr pêk hat. Fikra hevbeş a beşdaran bû, hevparkirina têkoşînan.
FEHMÎ KATAR/M.ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG
Konferansa “Navdixwedana li hemberî Modernîteya Kapîtalîst” cara çaran bi rê ve çû. Di sohbetên bi beşdarên konferansê re fikreke hevbeş derkete holê; ew jî navê sîstema heyî ya mêhtingeriyê Modernîteya Kapîtalîst e û li hemberî dinyaya rojava û dewletên hevkar ên Modernîteya Kapîtalîst, lazim e têkoşînên parastina dinyayê jî bibin hevkar.
Konferansa îsal bi şîarên “Dinyaya me li me vegerînin” “Li ber xwe bide, bi şûn ve wergire û ji nû ve ava bike” ji 6 ta 9’ê Nîsanê li bajarê Elmanyayê Hamburgê pêk hat. Tevî ku Zanîngeha Hamburgê hewl da konferansê asteng bike jî Înîsiyatîfa Azadî li Abdullah Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re û gelek sazî û dezgehên Kurd û Elman konferans serketî bi rê ve bir. Ji hema hema temamê parzemînên dinyayê întelektuel û nûnerên têkoşeran beşdarî konferansê bûn.
Ji pêkhatina konferansê re tenê 4 roj mabûn û rêveberiya Zanîngeha Hamburgê konferans betal kiribû. Li ser vê organîzator li alternatîfan geriyan. Di heman demê de bi dehan nivîskar û akademîsyenî biryara Zanîngeha Hamburgê weke êrişeke li dijî azadiya akademîkl bi nav kir. Alternatîfa hatî dîtin, ji mekanê zanîngehê xurttir bû.
Şaredariyê deriyên xwe li konferansê vekirin
Roja yekê, diduyê û ya dawî ya konferansê li Wilhelmsburg Bürgerhausê (Avahiya Şaredariya Wilhelmsburgê) bi rê ve çû. Bi xêra qedexeyê, atolyeyên konferansê jî li seranserê bajêr belav bûn û li çar mekanên cihê bi rê ve çûn. Ji organîzatoran Havîn Guneşer got, biryara nayê qebûlê ya zanîngehê kiriye ku konferans li seranserê bajêr belav bibe: “Ne bi dil û hemdê wan jî be, kirin ku konferans xurttir be. Ji niha û pê ve jî em rojekê atolyeyan lin deverên cihê yên bajêr li dar bixin.”
Xiyanet li akademiyê kirin
Ji endamên Sendîkaya Xwendekaran a Zanîngehê û ji organîzatorên konferansê Luise Dechow jî got, “Ne tenê biryar, lê belê awayî dana wê biryarê û eşkerekirina wê jî bi serê xwe mesele ne. Tevî vê jî me karî konferansê bikin û ev qas mirov hatin vir, ev hem kêfa me tîne û hem jî hêzê dide me. Lê em ê hê nerazîbûna xwe ya ji vê biryarê dewam bikin.”
Beşdarên konferansê jî nerazîbûn nîşanî biryara rêveberiya zanîngehê da. Profesorê Civaknasiyê yê li Meksîkayê, John Holloway di axaftina xwe de bal bire ser azadiya akademîk a li zanîngehên Elmanyayê, heyraniya xwe ya ji bo Adorno û Dibistana Frankfurtê îfade kir û got, “Rektorê Zanîngeha Hamburgê Dr. Hauke Heekeren pê li vê rêûresma zexm kir. Min dixwest van gotinên xwe yên li ser biriyarê di rûyê wan de bibêjim. Çawa diwêrin wiha bikin? Heft xwelî li serê te Dr. Hauke, te xiyanet kir li rêûresma xwe, li dewlemendiya xwe.”
Aqlê hevbeş
Weke her carê, vê carê jî li konferansê bi Kurdî, Elmanî, Ingilîzî, Tirkî, Spanî, Îtalî û Portugalî werger hat kirin. Beşdarên konferansê yên ji welatên cihê, xasma jî ew ên ji miletên xwecih, îfade kirin ku têkoşînên wan gelekî nêzîkî fikr û minaqeşeyên rêber Abdullah Ocalan û fikra Konfederalîzma Demokratîk in.
Gelek beşdarên konferansê di sohbetan de got, fikra her kes li ser li hev dike, ew e ku sîstema heyî êdî ji bo tevahiya dinayayê û jiyanê tehlûke ye. Wan li ser navê vê sîstema mêhtingeriyê jî li hev kir: Modernîteya Kapîtalîst. Li ser hevparkirina têkoşînê jî ew hemfikr bûn: Li hemberî dinyaya rojava û dewletên hevkar ên Modernîteya Kapîtalîst, lazim e têkoşînên parastina dinyayê jî bibin hevkarên hev, piştgiriya hev bikin û bi awayekî kolektîf û di nava konfederasyonê de têkoşîna xwe bikin.
Bi kurt û Kurmancî weke encam mirov dikare bibêje, “Siberoja dinyayê girêdayî têkoşîna tevgerên cihî, tevgerên gelên xwecihî û xasma jî ya cotkaran e. Serketina têkoşîna wan jî girêdayî serketina têkoşîna li deverên din ên cîhanê ye. Kilîta hemûyan jî hatina cem hev a bi Konfederalîzma Demokratîk û têkoşîneke xurt e.”
Dibe ku Ocalan bike ku bêhna dinyayê were ber wê
Hinek ji qisekerên konferansê ji rojnameya me re peyivîn:
Parêzvana mafên cotkar û jinan Azra Talat Sayeed: “Li Pakistanê meseleyên mafên jinan, meseleyên avhewa, xizanî û hawirdorê bûne weke lehiyê. Em ji bo avakirina edaleteke civakî û aborî têdikoşin."
Nivîskar Dimitris Rousopoullos: “Li hemberî van qedexeyan hemûyan, lazim e em piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re xurt bikin."
Aktîvîsta xebatên jineolojiyê ya Katalan, Amara Amude: “Min bi têkoşîna destanwarçî ya li Kobanê ya li dijî hovên DAIŞ´ê Kurd nas kirin. Her ku min ew nas kirin, ez bûm heyranê wan û min her wiha dît ku azadiya ez lê digeriyam li wir e. Ocalan ji bo tevahiya mirovan derfetek e."
Aktîvîsta hawirdorê ya Elman Daniela Rossman: “Fikrên Ocalan di vê demê de ku kapîtalîzmê dinyaya me weke pençeşêrê pêçaye, bala min kişandin ser xwe. Piştî ku min berhemên wî xwendin, min bersiva gelek pirsên xwe jî dîtin. ez dibêjim, sîstema ekolojîk û konfederal a Kurdan di vê dinyaya bê nirxkirî de, dikare bike ku bêhna dinyaya me bê ber wê."