Dîmenên operasyona şoreşgerî

În 1 Adar 2024 - 00:51

Gerîla TV beşek ji Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand ku di 17'ê Sibatê saet 12:50'î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl hate lidarxistin. Di dîmenan de tê dîtin ku gerîla xwe ji ser têlan çeng dikin û kamerayên mobesse îmha dikin. Gerîla bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' çeperan yek bi yek bi dest dixin. Dest datînin ser çek û amûrên leşkerî yên leşkerên Tirk û li dijî wan bi kar tînin. Gerîla ku temamiya baregeha artêşa Tirk bi dest dixin û dibêjin:"Fermana Mûrat Karayilan e: Leşker ya tu yê biçe ya jî tu yê bimire." Baregeha leşkerên Tirk didin ber agir. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyê hatibû gotin:"Yek jê serpel 37 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û yên mayî jî hatin tinekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.