Dîmenê têkçûna artêşa Tirk

În 15 Cotmeh 2021 - 01:19

  • Hêzên gerîla li qada berxwedanê, li devera Werxelê ya ser bi herêma Avaşînê gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk desteser kirin. 

RONÎ DEŞTELANÎ / EGÎD SÎRWAN / ANF/BEHDÎNAN

Hêzên gerîla li qada berxwedanê, li devera Werxelê ya ser bi herêma Avaşînê gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk desteser kirin. 

Artêşa Tirk di 23’ê Nîsanê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Bi plana berfirehkirina dagirkeriya li xaka Kurdistanê û tunekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ev tevger dan destpêkirin. Hem li herêma Metînayê, hem jî li herêmên Avaşîn û Zapê gerîlayan bi biryardariyeke mezin dest bi berxwedanê kir. Di encama berxwedana dîrokî ya gerîlayan de pêla destpêkê ya tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk şikest. Lewma artêşa Tirk neçar ma xwe ji hinek deverên ser bi herêma Avaşînê vekişîne.

Artêşa Tirk dixwest li herêma Avaşînê hêzên gerîla dorpêç bike û di hundirê vê dorpêçê de gerîlayan tine bike. Piştî derbên li herêma Avaşînê, li Dola Konferansê ji destê gerîla xwarin, neçar man xwe ji deverên Dola Konferansê û Dola Maran vekişîne. Piştî van bûyeran di 7’ê Hezîranê de artêşa Tirk êriş bir ser tunelên şer ên li deverên Werxelê. Li vê deverê jî bi berxwedaneke qat bi qat zêde ya gerîla re rû bi rû ma. Ev qederê çar mehan e ku hêzên gerîla li vê deverê, li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide. Ji ber berxwedana gerîla derûniya leşkerên artêşa Tirk serûbin bû.

Gelek caran ji ber çalakiyên gerîlayan leşkerên artêşa Tirk hemû alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan. Di dîmenê ji tûnelên şer ên devera Werxelê de jî ev yek piştrast bû. Di vî dîmenî de kel û pelên jiyanî, alavên leşkerî û kunyeyên ku navên leşkerên artêşa Tirk li ser dinivîsîne, ketiye destê gerîlayan. Heman demê hêzên gerîla teqemeniyên ku li hemberî wan dihatin bi kar anîn jî desteser kirine.

Di dîmen de diyar dibe ka alavên di dest gerîlayan de yên kîjan leşkerî ne. Her wiha alavên ku hatine desteser kirin ên leşkerên bi ser Tûgaya ‘Kaplan’ a Tetwanê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.