Dîmenê derewa Tirkan

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:39

  • Bi dîmenan eşkere bû ku cenazeyê leşkerê Tirk Nûrî Melîh Bozkûrt ê ku dewleta Tirk ji bo wî leşkerî gotibû ‘birîndar bû, li nexweşxaneyê mir’ di destê gerîlayên HPG´ê de ye.

Bi dîmenan eşkere bû ku cenazeyê leşkerê Tirk Nûrî Melîh Bozkûrt ê ku dewleta Tirk ji bo wî leşkerî gotibû ‘birîndar bû, li nexweşxaneyê mir’ di destê gerîlayên HPG´ê de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 30’ê Gulana 2022’yan de ragihandibû ku sibeha 29’ê Gulanê, li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de şer qewimiye. HPG’ê ragihandibû ku efserên artêşa Tirk koma dagirkeran bi zorê şandibû deverê û ev agahî dabû:“Hêzên me dîtin ku leşkerên dagirker nedixwestin bi pêş ve biçin û bi efseran re nîqaş dikirin. Efserên dagirker piştre koma ji 4 kesan ber bi çeperên şer ve şandin. Hêzên me li derdora çeperên şer ev hêz xistin kontrola xwe û bi sabotajê lê da. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran û xistin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin, malzemeyên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatin îmhakirin. 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola hêzên me de man.”

Lê belê artêşa Tirk tevî ku windahiyên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn eşkere nekirin, ji civaka Tirkiyeyê re jî nûçeyên derew weşandin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kir ku leşker Nûrî Melîh Bozkûrt bi birîndarî birine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê miriye. Lê dîmenên HPG´ê weşandin, vê derewê li derûvanan eşkere dike. Di dîmenan de xuya dike ku leşkerê dagirker Bozkûrt li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn hatiye kuştin û cenazeyê wî jî ketiye destê gerîla.

Cenazeyê du dagirkerên din gerîla biribûn derveyî şikeftê. HPG’ê elaqedarî vê got, “Ji ber ku artêşa Tirk hemû windahiyên xwe vedişêre, hevalên me dîmenê cenazeyê Melîh girtin. Piştre jî cenazeyê wî danîn cihekî, ji bo dewleta Tirk karibe bibe. Lê belê piştre eşkere bû ku artêşa Tirk li şûna ku cenazeyên li derve bibe, yekser ew ji zinaran avêtin. Em nizanin bê cenazeyê leşkerê ku dîmenî wî hatiye girtin, çi pê kirine.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.