Dîmenan nade desthilatê

În 12 Mijdar 2021 - 23:25

  • Bi hezaran penaber ku pirraniya wan Kurd in û ji Herêma Kurdistanê koç kirine, li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de asê mane. 

Bi hezaran penaber ku pirraniya wan Kurd in û ji Herêma Kurdistanê koç kirine, li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê de asê mane. Li gorî hikûmeta Başûr qederê 8 jezar kesan ku pirraniya wan Kurd in li Belarûsê ne û hewl didin biçin welatên rojavayê Ewrûpayê. Rojnewsê niha dîmenek parve kir ku rojnamevan Ako Mecîd ê ji Silêmaniyê jê re taybet şandiye. Ako Mecîd bi xwe jî di nava penaberên li ser sînor de ye û di dîmen de rewşa penaberan eşkere xuya dike. 

Li ser sînorê di navbera Belarûs û Lehistanê ev rojan e ku penaber asê mane. Tevî ku hejmar bi isehî nehatiye piştrastkirin, 8 ta 15 penaberan heta niha ji birçîna û ji sermayê mirine.

Rojnamevan Ako Mecîd ê 29 salî yê ji  Silêmaniyê, beriya bibe penaber ji şirketa Çetir re rojnamevanî dikir. Niha ew jî weke penaber li ser sînor asê maye. Ako Mecîd di nava penaberan de rojnamevaniya xwe dewam kiriye. Pirraniya dîmen û wêneyên ku li ser penaberan heta niha li nav ragihandina Başûrê Kurdistanê de tên belavkirin jî jixwe yên wî ne.

Ne koçber lê penaber in

Ako bi xwe dibêje, ew naxwaze medyaya desthilat a Herêma Kurdistanê wêne û dîmenên wî bi kar bîne: “Ez bang li hemû saziyên ragihandinê yên ser bi desthilata Herêma Kurdistanê dikim, bi ti awayekî wêne û dîmenên min bi kar neyînin û belav nekin. Ji ber ku ev welatiyên li vir ji ber siyaseta desthilatê reviyane.” Yanî ew jî bi awayekî eşkere dibêje, ew ne koçber in, lê penaber in û ji ber desthilata heyî reviyane. 

Rojnamevan Ako Mecîd ji medyaya azad xwest ew van dîmenan belav bikin. Ako dibêje, ew gelek bi zehmetî wan dîmenan dikişîne, ji ber pirsgirêka ceyran û înternetê heye. Lê tevî zehmetiyan hemûyan jî Ako dixwaze rewşa penaberan ragihîne û cîhanê pêbihesîne.

Ako Mecîd di vî dîmenê ji Rojnewsê re hazirkirî dibêje, hejmara penaberan li ser sînor qederê 4 hezar û 500´ê ye û pirraniya wan jî Kurd in. Rewşa penaberan pirr xirab e, û jixwe gava ji Ako re dipeyivin behsa vê dikin. Gelek nexweş û zarok jî di nava wan de xuya dikin. Serma jî ji ber ku dijwartir dibe, rewşa penaberan roj bi roj xirabtir dibe.  

Pûtîn û Merkel li ser penaberan dipeyivin

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîra Elmanyayê Merkel di nava sê rojên bihurî de 2 caran li ser penaberên Kurd ên li ser sînorê Lehistanê peyivîn. Helbet ne ji bo xêra penaberan, lê ji bo miamelekirina bi "krîza koçberan" re. Li gorî daxuyaniyên li ser axivîna herdu lîderan, wan behsa aliyê felaketa insanî ya krîzê jî kiriye. 

Yekîtiya Ewrûpayê Belarûsê bi organîzekirina "krîza koçberan" gunehbar dike. Lê hem Belarûs û hem jî Rûsya dibêjin, siyaseta welatên rojavayî û nexasim Yekîtiya Ewrûpayê ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê dibe sedema krîzê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.