Dîmena helîkoptêra ku hatî xistin

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 02:45

Gerîla TV dîmenê helîkoptera bi tîpa Skorsky weşand ku di 10'ê Tîrmehê de li Girê Baharê hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser mijarê ev agahî hatibû dayin: "10'ê Tîrmehe saet di 23:40'î de helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk a dagirker, dema dixwest hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dîne bû hedefa sûîqesta hêzên me. Helîkoptera ku derba giran xwar, ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê ket, bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."

Her wiha dîmenê çalakiya li derdora gundê Kanê yê Amediyê hate weşandin, ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ve li hemberî qemyoneke ji alavên leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate lidarxistin.

Fermandariya Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû: "9'ê Tîrmeha 2024'an bi şev saet di 21:00 de me li qemyoneke dewleta Tirk a dagirker, qaleş û kujerê gelê me xist, ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê alavên leşkerî dibir. Çalakî li derdora gundê Kanê yê Amediyê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de agir bi qemyonê ket, îmha bû û leşkerên Tirk ê dagirker ku ajokarê qemyonê bû bi giranî birîndar bû."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.