Dilovanê hunera Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Îlon 2023 - 16:47

  • Hunermend û nivîskarê Kurd Hemîd Ûrmiye pirtûka xwe ya '55 stran hunera Dilovan' weşand. Ew di vê pirtûka xwe de bi hunera hunermend Dilovan dadikeve û dibêje bibîrxistina xebatên hunermendên Kurd bi her awayî erk e li ser milê me hemiyan.

RÛHEYV AX / ANF

Hozan Dilovan navek e ku bi kilamên xwe di hiş û dilê gelê Kurd de cih girtiye. Yekem car di sala 1969'an de, di 15 saliya xwe de, di Newroza Moskowê de derket ser dikê. Hunera Hozan Dilovan, ku di sala 1980 de li Yekîtiya Sovyetê jî bi navê 'hunermendê dewletê' wergirtiye, kevneşopiyeke malbatî ye. Kurê dengbêj Reşîde Baso, yek ji dengbêjên nas ên Radyoya Êrîvanê ye. Niha Hemîd Ûrmiye, bi pirtûka “Hunera 55 salan Dilovan” behsa jiyan û hunerê Hunermendê Kurd ê navdar Dilovan dike. Weşanên Sîtav ên li Wanê ev pirtûka ji 247 rûpelan çap kir û belav dike. Hunermendê Kurd, nivîskar Hemîd Ûrmiye li ser pirtûkê axivî.

Pirtûk behsa çi dike?

Pirtûk li ser jiyan û bi taybetî jiyana hunerî ya hozan Dilovan hatiye berhevkirin, ji xeynî vê berhem û helbestên Dilovan jî weke arşîv di vê pirtûkê de hatine komkirin. Bi giştî di pirtûkê de lêkolînek berfireh der barê jiyana hunerî ya hozan Dilovan hatiye kirin.

Fikra pirtûkê çawa peyda bû?

Zindî ragirtina ked û xebata hunermendan bi her awayî erk e li ser milê me hemiyan. Ji ber vê min berê jî gotibû rêzgirtina herî mezin ji keda hunermendan re berhevkirina jiyana wan weke pirtûk ji bo arşîva pirtûkxaneya kurdî ye. 

Cihê Dilovan di huner û çanda Kurdî de çi ye?

Belê, ji bo pirr kesan pirs e çima navê pirtûkê “Hunera 55 Salan Dilovan” e! Hozan Dilovan 55 salan bêrawestan, bi hemî hêz û qeweta xwe xizmeta hunera Kurdî kiriye û di wan 55 salan de wekî stêrkeke hunerî li ser dikê ronahî daye çand, huner û zimanê Kurdî. Va ye îro em encama hunera 55 salan Dilovan dibînin û li bejn û bala wî pîroz dikin, navê berhemê jî ji keda salên bihorî hatiye wergirtin. Dilovan weke navê xwe, dilovanê çand û hunera Kurdî ye û bi hunera xwe ya zêrîn bûye serkêşê wêje û çand û hunerê ku bi sedan ciwanan di qada hunerê de sûd jê wergirtine. 

Nivîsandina pirtûkê zêde dema te girt?

Destpêkirin û qutbûna pirtûkê zêde ez bi xwe ve nelebikandim. Piştî çend mehan qediya. Amadekirina vê pirtûkê ji min re weke senaryoyekê bû û bi kelecan kêlî bi kêlî pê re dimeşiyam.  

Hunermend û nivîskarên Kurd ji bo pêşketin û mayîndebûna wêje, huner û çanda Kurdî divê çi bikin?

Hêviya gel ji hunermend û nivîskaran pirr e, ji ber wê erka ser milê wan giran e. Erka nivîskar û hunermendan e wêje û çandê biparêzin, bêrawestan binivîsin, berheman bidin ber destê xwendevanan û berî her tiştî li ser ziman bi awayekî ciddî bixebitin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.