Pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ destpêkirî her ku diçe berfireh dibe.
Bi heman armancê 23'ê Cotmehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî' dest bi pêngavekê kir.
Ji 7 heta 70’ê salî, zarok, ciwan, jin û tevahî aliyê civakê azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya fîzîkî dixwazin. Li qadên navneteweyî û seranserî Kurdistanê pêngav bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Li Şengalê piştî ragihandina pêngavê gelek çalakî hatin li darxistin. Ev çalakî jî berdewam dikin.
Zarokên Êzidîxanê yên ku di nav dilê xwe yê biçûk de hêviyeke mezin hilgirtine hestên xwe parve kirin, bêrîkirinên xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Di dawî de bi strana ‘Şervano’ evîna xwe ya di dilê wan de veşartiye dane der û hezkirina xwe ya ji Rêberê Gelê Kurd re wisa îfade kirin.
TEV-ÇAND’ê doza azadiya Ocalan kir
Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) li paytexta Fransa Parîsê ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakî lidar xist. Hunermend li qada Saînt Mîchel a li Parîsê li hev kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bi pankartan bal birin ser tecrîda giran ku 33 meh in agahî ji Ocalan nayê wergirtin.
Hunermendan sirûda 'Çerxa Şoreşê' jî gotin û tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Solution politique pour le Kurdistan" qîriyan.
Li Marsîlyayê keştiya Ocalan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd ji bo balê bibin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, di keştiyekê de çalakî lidar xistin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" di keştiyekê de çalakî lidar xistin.
Ciwan li qatê jor ê keştiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û tecrîd şermezar kirin.
Di daxuyaniya ciwanan de, bang li hemû ciwanan hat kirin ku tevlî pêngava ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN