Dilê dewleta Tirk nehişt
Duşem 12 Îlon 2022 - 22:36
- Zanîngeha Kurdistanê a Zaxoyê li ser zexta Tirkiyeyê, nexşeya çar parçeyên Kurdistanê rakir û tenê nexşeya Herêma Kurdistanê ya federe hişt.
Zanîngeha Kurdistanê a Zaxoyê li ser zexta Tirkiyeyê, nexşeya çar parçeyên Kurdistanê rakir û tenê nexşeya Herêma Kurdistanê ya federe hişt.
Zanîngeha Kurdistanê a li Zaxoyê beriya bi 22 rojan, di ketina zanîngehê de nexşeya Kurdistanê daleqandibû. Hat zanîn ku li ser zextên dewleta Tirk, zanîngehê nexşe rakir û tenê nexşeya Herêma Kurdistanê ya federal a li Iraqê hişt.
Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rojnewsê got, “Nexşeya Kurdistana mezin a li ser Fakûlteya Zanistên Mirovahî ya Zanîngeha Zaxoyê hate rakirin û li şûna wê nexşeya başûrê Kurdistanê hat danîn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan a Hikûmeta Federe a Kurdistanê Aydin Marûf bi xwe Tirkmen e û bi hevalbendiya xwe ya bi dewleta Tirk re tê naskirin. Ev kes, beriya bi demekê çûbû serdana Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Zaxoyê û ev nexşe dîtibû. Çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya Aydin Marûf zext li hikûmeta Başûr kir da ku ev nexşe were rakirin.
Têkildarî mijarê Serokatiya Zanîngeha Kurdistanê ya Zaxoyê ti daxuyanî neda.
NAVENDA NÛÇEYAN