Dilê dayikan xwişkmak in

Nûçeyên Forum

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:42

  • Dayikên vê erdnîgariyê hemî dişibin hev, yên ernîgariya cihê din jî şirîk in. Ligel wê jî, dilê wan wek hev lêdixe. Lê mixabin desthilatadaran li ser navê ol, netew, mezheb û hwd. dayikan dikine neyarên hev. Ji wê ye fesadî û bêbextiya desthilatdariyê, ji wê ye xwîmijiya wê.

OSMAN KAPAN

Desthilatdarî fesadî ye, mirovkuj e, jehra bêtifaqî, mala nefrînê ye. Mîna marê kor e bi gûzekê vedide. Yekîtiya mirov belawela dike, bira li bira, xwîşkê li xwîşkê, dê û weled li hev dike dijmin. Lewra ew baş zane ku hebûna wî li ser hîmê neyekîtiya gelan e. Ji wê ye wekî; “darikê hewdelê“ tim tev dide!

Du rûyê desthilatdariyê (Pirê caran bê rû ye); ken û bêmiruzî, nerm û hişkayî. Hêleke wê tilîlî, hêlek zêmar e. Stûna xwe li ser hîmê nefrînê danî ye. Stûna derewîn e, lê derewên wê cih digirin. Lewra hinekan nêzî xwe dike, hinekan ji xwe dûr, welê tovê cudahiyê direşîne. Dilê hemû dayîkan heman e, lê bi derewînî wan ji hev diqetîne. Ji wê ye hêlek digirî, yek dîlan e. Lê her du hêl jî dimirin, lewra kenê desthilatdariyê jî, xezeba wê jî dikuje…

Ji çi netewê be, ji çi olê be bila bibe dilê hemû dayîkan xwîşk in. Lê derewên desthilatdariyê carina wan kor dike. Halweye hemû dayik bibin yek, dê desthilatdariyê di nav xezeba wê de bixeniqîne û yekîtiya mirovahiyê ava bikin. Ango wê li sîsika xwe vegere. Mîna dem û dewranên berê ala wekhevî, azadî, xwîşk û biratiyê bihejîne. Dilê min li ser dayikan dişewite. Lewra tim rondikbarandina dayika min li ber çavê min zindî ye û bi wê wesîleyê bi rabuhuriya xwe ve diçim…

Çi dema dayika xwe dibînim, kizênî ji dilê min tê û ji qehra diqiçqiçe, qehr kûr dibe, li hedarekê digerim li çol û çolistanan. Kort û mesîlan li pey xwe dihêlim, ji dil re li sitarekê digerim. Lê bê feyde ye, dil naxape, şil dibin çav, hinav dikezidin di şoravkê de. Lewra bi dîtinê re rondikên dayê li mijgulên min dialiqin, ji ber ku tim çavşiloke.

Ma çawa negirî, rondikan nebarîne? Her çiqasî hemû dayik dilşewat bin jî, dayikên me Kurdan sê qat pirrtir dilşewat in. Lewra her dayikek me kezeb şewitî ye. Li hember zilm, zor û şerê dagirkeriyê hinekan keç û lawên xwe yên herî bi qîmet sipartine axê, hinekan law  û keçan  dane zindanê, gelek bûkên ser bi xêlî, zarokên sêwî mane di mal de û hinek li benda zarokên xwe ne ku rojekê wan bibînin. Kurt û kurmancî her dayikeke me dilê wê di kefa mistan de ye…

Li ser zimanê wan zêmar, bi hesretê dikele hinavê wan, çav li derî ne ku hezkiriyên wan werin, da nemînin li ber derî, tim vekiriye deriyê hewşê. Dil ji xwe herûher li bendê ye. Dil hingî bi hesret e, mîna çola kerbelayê diterike! Îca ancex dilên wekî hevûdin hev fêm bikin. Ji wê ye dilê dayikan heman e…

Ma ew tenê? Na. Dayikên vê erdnîgariyê hemî dişibin hev, yên ernîgariya cihê din jî şirîk in. Ligel wê jî, dilê wan wek hev lêdixe. Lê mixabin desthilatadaran li ser navê ol, netew, mezheb û hwd. dayikan dikine neyarên hev. Ji wê ye fesadî û bêbextiya desthilatdariyê, ji wê ye xwîmijiya wê.

Belê dayika min tim li benda tiştekî bû, tim lêvên wê dilebitîn, tim bi çavên xayîs dinerî, tim li benda miradekê bû. Çi digot, çima lêvên wê dilebitîn, çima kûr dinihêrî? Min nizanîbû. Rojekê min pirsa lêv lebitandina wê, hal û axwalê wê kir. Bi çavên melûl li min nihêrî û got; “Kurê min ez ji were dia dikim. Da win rojên xweş, aram û bi aştî bibînin…“

Belê dayika min tenê ne xêrxwaza me bû. Xêrxwaza her kesî bû. Ku nebaşî, an jî tiştên bi êş dibihîstin, bi carekê bê mehd dibû û lêvên wê dilebitîn, êdî min zanîbû ku dia dike ji bo xweşiyê. Û min fêm kir ku dilê hemû dayikan yek e…

Wêne: Ercan Altuntaş

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.