- Şanogerê Kurd Şalîko Bêkes ku emrê xwe ji bo şanoyê terxan kiriye girîngiya şanoyê ya ji bo neteweyan bi vî rengî rave dike; “Netewa me şaş nêzîkî têatrê dibe. Têatrê piçûk û ne hêja dibînin. Ev ne rast e. Netewa ku têatra wî tine be ew jî tine ye.”
GULÎSTAN KOÇER
Herkesê ku di dilê wî/wê de hesreta welatekî ku parçe-parçe buyî û gelê wî di bin her cure qirkirinê de ye – bêkesiyek heye. Nikare li ti cihî bihewe û hejarî dibe demsala hemû emrê wî/wê... Cihê beden lê mejî û hest gelek cara ne pê re ye. Mirov ji kur li ser kokê xwe hatibe qutkirin, cardin berê xwe dide wir. Ger nikaribe biçe jî, ev der dibe hêviya rojekê ya vegerê. Hesret û bêrîkirin dibe janek wek pizotek agir û qet ji dil venamire. Bi vî agirî ma çawa tebat û hedar wê bê?
Yek ji van kesê, ku qet ji dûrî welatê xwe nikarî li ti ciha xwe bi cîh bike – mamoste Şalîko Bêkes e. Li Mala Kurda, ya li peytexta Rûsiya, Moskovayê em rastî hevdu hatin. Me li vir dest danî ser birînê hev û em li vir bûn kesê hev. Jê dipirsim, çima paşnavê tê Bêkes e? Ew jî wiha li min vedigerîne; “Erê Bêkes, lê bi fermî Cangoy ye paşnavê min, lê zêde bi kar naynim. Ji ber ku ne bi kurdî ye, ez ji bo vê yekê heznakim bi kar bînim. Min dît em wek gel, kurd bêkes in, piştevanê me tine. Em bi riya faşîzmê hatin kuştin, em hatin qetilkirin, lê kesî dengê xwe nekir. Lewma bêkes...” Dema min wateya li paşnavê xwe barkirî pirsî, min hingê dît wek her kurdekî çiqas sîtemkare mamoste Şalîko.
Ji Amedê ber bi Gurcistan û Ermenîstanê ve
Pêda diçim û daxwaz dikim, da ku behsa jiyana xwe ji min re bike. Bi sebrekî mezin, bi bîrekî kûr û bi daxwaza, ku ti carî neyê ji bîrkirinê behsa xwe dike. Malbata mamosta Şalîko ji gundên rex Ameda paytexta welat, koçî Qersê bûne, lê ji wir derbasî Ermenîstanê dibin û ji vir jî berê xwe didin Gurcistanê. Li Gurcistanê êdî dibin niştecih. Mamoste Şalîko 5’ê Tebaxa 1956’a li paytexta Gurcistanê Tilbîsê ji dayîk dibe. Di nav malbatekî hêjar û karker de mezin dibe. Du xuşk û du bira ne. Dema behsa zaroktiya xwe dike dibişirê û dibêje: “Ez zarokekî nehs bûm...” Mamosteyê huner û têatrê, Şalîko Bêkes, ji bona ji kokê xwe, çand û zimanê xwe qut nebe, di temenê zaroktiyê de berê xwe dide huner û têatrê. Ji bo parastina ziman û çanda kurdî vê riyê hildibijêre. Ji ber ku bi zimanê xwe ve gelekî girêdayiyê, mamoste Şalîko dibêje: “Ziman bingehê rast yê jiyane ye. Pêwîste mirov beriya hemû zimanan zimanê xwe yê dayîkê zanibe.” Di temenekî piçûk de berê xwe dide sînêmayê. Ya rast, dixwaze bibe artîst û di beşa sînêmayê de bibe kesekî bi nav û deng. Lê ne li Gurcîstanê, ne jî li Ermenîstanê ti deriyê, ku têda derbasî sînemayê bibe, lê venabe. Dema li vê rastiyê diqelibe, mamoste Şalîko wiha dibêje ji xwe re: “Ne wek gurcekî, ne jî wek rûsekî ti carî ez qebûl nekirim. Wek kurdekî jî, ji xwe, ez ji wan re ne lazim bûm.”
Deriyê şanoyê lê vedibe
Dema digihîjê vê encamê, berê xwe dide têatrê. Dixwaze di têatra Rûsan de cîh bigre. Ji ber ku zane, riya sînemayê jî di têatrê re derbas dibe. Di polê 8’an de (dibistanê de) derbasî xebatê têatrê dibe û êdî têatir dibe parçeyek esasî ya jiyana wî. Di navbera salên 1972 û 73’yan de fikra têatra kurdî di dilê wî de çirûsk vedide. Wê demê şanoger Şamil Nadîrov, Cerdoyê Esed, Lamara Paşayêva, Mirazê Ûzo Ceferov, Keremê Anqosî, Yûrayê Nabîyêv (aktîrîstên kurd li Gurcistanê) di nav dibistana digerin û gênca kom dikin. Hingê Şalîko Bêkes jî dide pey wan û xwe li Yûrayê Nabîyêv digre. Dixwaze bi hevkariya wê çand û zimanê kurdî derxe ser dika têatrê. Dibêje “Bêguman, beriya ku ez berê xwe bidim têatra kurdî, li Ermenîstanê (gundê Elegezê) têatir bi zimanê kurdî êdî hebû. Dîsa her çiqas wê demê haya min jê nebe jî li parçeyên din yê Kurdistanê jî têatir hebûn. Lê têatra kurdî li Tilbîsê avakirin jî ne hesan bû.” Mamosta Şalîko Bêkes, ji bona ku li peytexta Gurcîstanê Tilbîsê bi ziman û çanda kurdî cîh û komekî têatrê ava bike di gelek zahmetiyan re derbas dibe. Gelek cara ji neçariyê bê hêvî jî dikeve, lê ji ber têatrê wek nexşerêya domandina jiyana xwe dibîne, bi israr li pey avakirina cîh û koma têatrê digere.
Dika têatrê kela canê wî radike
Di sala 1979’an digihîjê armanca xwe, têatra kurdî li Tilbîsê vedibe. Bi gelek şanogera re dibe dost û heval. Salên dirêj di rêwîtiya têatrê de bi hev re dimînin. Sal dibe 1980’ê... Li têatra kurdî ya li Tilbîse cara yekem bi piyêsa, ku Eskerê Boyîk nivîsandî û Mirazê Ûzo (wek derhênar) ya bi navê «Sinco qîza xwe dide mêr» derdikevin ser dikê. Ew roj di jiyana mamoste Şalîko Bêkes û hemû kesên dildarê têatra kurdî ne û pêra ked dane, dibe rojekî wek werçerxan. Wiha behsa wê rojê dike: “Hola meyî têatrê teng bû. Tenê 350 kes tê da bi cîh dibû. Me jî hesabê 350’î kesî kiribû. Lê me dît ku 1500 kes hatine li me temaşe bikin û cîh di salonê de tine. Polîs hatin ji bo parastinê.” Mamoste Şalîko û koma pêra derketî ser dikê bi serdikevîn û temaşevanan pêrformansa şanogera gelek diêcibînin. Şanoya yekem ji bo wan jî dibe hêviya pêşeroj û serkeftinê. Ji bo têatra, wek çirayekî, di mala her kurdekî de her ronahî bide û qet venemire gelek, ked dide hostayê hunerê Şalîko Bêkes. Ji ber di destê wan de wê demê piyesê bi kurdî tine, ji zimanê ermenî, azerî, gurcî û rûsî piyesan werdigerînin.
Ji neçarî ji dêvla jinan jî dilîze
Mamoste Şalîko, dema behsa tengasî û zahmetiyên xwe yî kar û xebatê dike, kêmbûn û nebeşdarbûna jinan li têatrê, wek zahmiyeta bi ser her hemû zehmetiyan bi nav dike û dibêje; “Me karî her zahmetiyê derbas bikin. Lê bi rastî jî wê demê me nikarî jina peyda bikin, da ku di têatrê de qet nebe rolê ku ji jinan re hatî veqetandin bileyzin. Di listikekî me de rolekî ku pêwîste jin bileyize hebû. Em geriyan ne geriyan me kes peyda nekir, ji neçarî min rola bêkê lêyîst.” 13 salan bê navber û her sal bi şanoyekî nû mamoste Şalîko û ekîba wî ya têatrê li Tilbîsê derdikevin pêşberî bîneran. Her serkeftinek ji bo mamoste Şalîko jî dibe hêz û moral.
‘Bê têatir sebra min nayê’
Têkoşîna wî ya di riya têatrê de mamoste Şalîko Bêkes rastî gelekî berbijêrka ve tîne. Lê ew bi israr her carê têatrê hildibijêre; “Rojekê bavê min ji min re got, yan şano yan ez. Min jî ji bavê xwe re got, tu çi jî bikî nikarî xwe ji bavtiya min biqetînî, ber vê jî ez têatrê hildibjêrim. Dayîk ne wisa ne, her li pişta hilbijartinê zarokê xwe ne. Bavê min jî, dema ku ez bûm artîstekî, ku dihatim naskirin û serkeftî wê demê ew jî bi min re firnaq dibû.” Mamoste Şalîko Bêkes têatrê ji xwe re wek jiyanê dibîne nêzîkatiya Kurdan a li hemberî şanoyê jî dinirxîne ango rexne dike. Ji ber ked û têkoşîna mamoste Şalîko ya di riya têatrê de ez jî dixwazim herkes guhê xwe bide rexneyên wên di cih de; “Netewa me şaş nêzîkî têatrê dibe. Têatrê piçûk û ne hêja dibînin. Ev ne rast e. Netewa ku têatra wî tine be ew jî tine ye.”
Mamosteyê keç û xortên Kurd
Pişti hilweşandina Yekitiya Sovyetê bi sê salan, ango sala 1994’an ji paytexta Gurcîstanê Tilbîsê berê xwe dide paytexta Rûsiya Moskovayê. Ji bo mamoste Şalîko jî ev sal dibe sala hilweşandinê. Ji ber ku ekîba têatrê û riya ji bo wê bi kedekî mezin vekirî jî belav dibe û hildiweşe. Piştî koçberiya Moskovayê ji ber bê derfetiyên madî nikare ti kar û xebat di riya hunerê de bike. Ev rewş mamoste Şalîko gelekî tengav dike. Di riya têatrê de dibe mamosteyê gelek keç û xortên kurdan. Her xeyaleke wî mezin heye, ku rojek bê û ew artîstên têatra kurdî bi lehengî şopa xwe di dîroka çanda kurdî da hîştine bi tîpên zêrîn wê dîrokê da bê nivîsîn, yên weke Gulçera Ûsiv, Kulîlka Eso, Bînbaşê Axê, Almasta Cimşîd, Keremê Miraz (Tilbîs), Rûgeş, Baran, Rojda (Stembol), Berfîn, Leylê (Amed), Emele, Gulê, Şîrin (Ewrûpa) û gelek kesên din...
‘Kaniya çandê ziman e’
Niha jî li Moskovayê dijî û perwerdeya aktoriyê dide nivşên nû. Di riya têatrê de kedkarekî mezin e. Piştî salên dirêj, derfeta ku vegere ser kokê xwe dibîne û di sala 2012 û 2013’an diçe Amedê. Peyama mamoste Şalîko Bêkes ya herî dawî jî ji bo pêşdabirin û xurtikirina zimanê Kurdî ye; “Bila dê û bav zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin. Bila zimanê din jî bizanin. Lê dema ez dibînim zimanê xwe nizanin dilê min diêşe. Kaniya çandê ziman e. Ziman di asta genetîk de bûyê rih. Tu bi çi awayî bi zimanê xwe hunerê bikî netewa xwe jî dikî di nav vê hunerê de. Ger huner bê rih be, ango bê ziman be, kesên ku tê temaşe dike jî nikare tiştekî jê fahm bike. Nivşê nû pêwîste beriya her tiştî zimanê xwe zanibin û di ziman de serwer bin. Ziman pêwîste pêş da biçe û were bikaranîn. Tiştê ku neyê bikaranîn dimire!”