‘Dil ji min bir dil ji min’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 00:37

  • Helbesta Fêrikê Ûsiv a bi navê ‘’Dil ji min bir dil ji min ‘’ çav ji şiîra Melayê Cizirî re dişkîne. Dema mirov bala xwe bidê dibîne ku ev helbesta Ferikê Ûsiv bi fam û kêşeya Melayî re bi tehm û çêj dibe

Bi qasî qinet pê hatiye kirin, İntertekstualit her çend wek têgehekê Julia Krîsteva xanimê bi liv û nivîs kiribe jî, ji vê binavkirinê re ked û xebatên Mikhail Bahtin wek binyad tê qebûl kirin. Ev têgeh ji gelek terefan ve bi gelek maneyên cur bi cur ve hatiye şayesindin ku yek ji van bi berhema xwe ya giranbiha (qewlê edebîstên me yên elîtîst) Graham Ellen ‘’intertextuality’’ ye. Ku ew bi xwe dibêje di textê de yanî di metnê de maneyeka xwe sabît, bi îstikrar û mayînde tune ye û ew yanî her metn di intertekstualitê de bi dînamîk û tim û tim guherina xwe ve heye û divê mane jî ji têkiliyâ bi hevra ya metnan ve bê dîtin.

Îcar John Frow jî demekê di gotara xwe ya bi navê ‘’intertextuality and ontology’’ de gotiye sala hezar û nehsed û nohtî, ‘’Li gorî rê û rêbazên intertekstualitê metnek di dubarekirin û veguherîna metneka din de dixuliqe. Jê diherike’’

‘’İnterkstualite’’ dibêje Roland Barthes, ‘’çavkanî ye û ji vê çavkaniyê metnek diherike ber bi kod û hêmayên her wekî din.’’

Gérard Genette, di ‘’palimsesste’’ a xwe ya navdar de behsa têgeha ‘’hypertextualite’’ dike ku hêjayê referansê ye ji bo vê meselê. Behsa bine-metnan (Hypotextuality) dike û dibêje Genette, sere-metinin (hypertextuality) bi bine-metinan re dikeve dan û standinê. Sere – metnek li ser bine- metnekê dixebite. Dixepêre û vedugeherîne: bi xwendineke serêşayî, sergêjayî û piranî jî bi şarezayî.

Wisa xuyaye ku, ji Şêweperestên Rusî bigire heya Gerard Genette, her kes di xalekê de hemfikir e: di bin banê cihanê de tiştekî ku nehatibe gotin tune ye. Nexwe Her metn bi awayekî bi hevre di diyalogê de ye. Ev diyalog gelek caran bi çemkên wek ‘’jêgiran’’, ‘’telmîh yanî ‘’alûsyon’’ (aniştirma) û ‘’referans’’ xwe der dide.

Helbesta Fêrikê Ûsiv a bi navê  ‘’dil ji min bir dil ji min ‘’ ku navê helbestê bi xwe jî jêgiran e, çav ji şiîra Melayê Cizirî re dişkîne. Ku bi hevre bê xwendin dê bê dîtin ku helbesta Ferikê Usiv bi fam û kêşeya Melayî re bi tehm û çêj dibe.

Jixwe ne hewce ye ku ez li virê helbesta Melayî bixwinim jiber ku ji mêj ve cihê xwe girtiye di dil û mejiyê xortên kurd ên evîndar yê dilkesirandî de…

Nexwe em bi dûv û dirêj nekin û ewil ji helbesta Fêrikê Ûsivî çend rêzikan bixwînin:

‘’Dil ji min bir’’

Diranzêrê, birûkêrê,

Dil ji min bir, dil ji min.

Helandim bi xweş xeberên xwe,

Bêhna misk û emberên xwe,

Ceneta sîng û berên xwe,

Dil ji min bir, dil ji min.

Çavê belek wê kil dida,

Beşera rû xweş gul dida,

Zerqê hubê li dil dida,

Dil ji min bîr, dil ji min.

Hey wax, min ji bîr naçin diha

Naz û nûbara xas e biha,

Zulfê zêrîn li dora guhan,

Bêhn û beşera bedew, biha,

Teyr û tawiza per bi zêrê –

Dil ji min bîr, dil ji min.

Di helbesta Fêrîk de vebêjê helbestê beriya her tiştî hatiye helandin bi dîtin û şahidiya xwe re. Xapiya ye jiber ku. Dile wî bi darê zorê jê bûye.

Diranzêrrê

Birûkêrê…

Kêmaniyên xwe hene çi feyde.

Xoşewîst di helbesta fêrîk de bi taybetiyên xwe yên ji rêzê ve li ber çav e. Xwe bi dengeke hevçax heye di risteyan de. Lê em di helbesta Melayî de di ton û xwendina helbestê de dibînin ku vebêj li hemberî sîlueta xoşewîsta xwe di heyretekê de ye.

Matmayî ye.

Şaşmayî ye.

Şox û şengê..

Zuhre rengê…

Ezoterîkê..

Hewceye em bêjin xoşewîst a vebêjê Fêrîk carna bi şikl û şemala xwe piranî jî bi adetê xwe ji xoşewîsta vebêjê Mela hinkî cuda dertê pêşberî me.

Reng û berê xoşewîsta ku di edebiyata klasik de cih girtiye guheriye di helbesta Fêrîk de. Xoşewîst xwe bi dîtina ku nû der dixe pêşberî me. Xoşewîsta Mela Cizirî delaliya xwe ji berê de heye. Sirûştî ye. Lê ya Fêrîk rabûye xwe delal kiriye. Xemilandiye. Çavên xwe kil. Sing û bere xwe misk kiriye. Axir xoşewîsta vebêjê helbesta Fêrîk raste rast, kin û qut, rol dileyize di dil birina aşiqê xwe de.

Em jî wek xwîner govanî dikin û têdigihêjin ku risteya ‘’dil ji min bir dil ji min’’ bi konteksteka nû xwe nîşan dide di helbesta Fêrîk de. Her çiqas di serenavê vê nivîsê de bes risteya‘’dil ji min bir dil ji min’’ hebe jî (ku nexasim bi vê Mela li helbesta Fêrikê Ûsiv bandor kiriye) divê meriv temasî çend çemkên din jî bike ku ew muhîm in bo têr û baş femkirina konteksta/maneya nû ya vê risteyê di helbesta Fêrik de. Yek jê, ‘’zulf’’e ya din ‘’gerden’’e.

Çemkên ‘’zulf’’ û ‘’gerden’’ wek motîf in di edebiyata klasîk de.

Bo xezaliya jinê. Bo delaliya jinê gelek car di vê dewra edebiyatê de deng dide. Hema bêjin ‘’key words’’ in di nav makaleyên ku li ser vê hêlê sekinîne. Di helbesta Fêrik de ev çemkên han ne wek motîf lê wek sembol in meriv dikare bibêje. Em ji Mela dest pê bikin. Di şiîra Melayî ya behskirî de sê car derbas dibe peyva zulf. Reqema sisê sunnet bû ne di edebiyata tasawûfî de!?

Werhasil li vir zulf xwe wek termeke edebî heye. Mesela, zulfên xoşewîst di tîpa ‘’nun’’ê û ‘’dal’’ê ya Erebî de ne. Ev îmaj di helbesta Cizirî de dibe sedema risteya ‘’dil ji min bir dil ji min’’ lê zulf di helbesta Fêrîk de di konteksteke nû de xwe dide der. Ew di nav hevokekê de bes bo taswîrkirina xoşewîsta vebêj heye. Tenê reng zer e û xwe li dor guh pêça ye. Îcar motîfa ‘’Gerden’’ heye Fêrîk wek referansekê ji şiîra Melayî digire bo helbesta xwe. Lê hûn ne xerîb in wext kin e. Bila dê ev mesele jî nîv û nîvcot bimîne bo bibe manîk ji mijara beşeke din re. Axir kelam em bûn gohvanê veguherîna tîpa xoşewîst bi dem û dewranan re ji Melayê Cizirî heya Fêrîkê dila. Metin bi metan re ketine kêf û xweşiyê. Evin bi evînan re.

Lewre İnterTEKSTualîty an jî interEŞQualîty: ‘’Dil ji min bir dil ji min’’

Nîşe: Ev nivîs ji malpera rojnameya “Xwebûn” hatiye wergirtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.