Dijminên jiyana azad bila bitirsin!

Yekşem 27 Tebax 2023 - 15:56

  • Di kongreya awarte de HDP´ê hevserokên xwe yên giştî yên nû Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak hilbijartin. Di kongreyê de peyam hat dayîn ku têkoşîn wê bi Partiya Çep a Kesk dewam bike û her du hevserokên giştî yên nû jî got, ew ê têkoşînê bi ser bixin.  

Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak piştî Kongreya Awarte ya HDP´ê weke Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên nû hatin hilbijartin. Di kongreyê de ew peyam hat dayîn ku têkoşîn wê bi Partiya Çep a Kesk dewam bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya xwe ya Awarte ya 4´an li Navenda Bazirganiya Cîhanê li dar xist. Piraniya 904 delegeyên HDP’ê dengên xwe dan û Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak weke Hevserokên Giştî yên HDP’ê hilbijartin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya nû Sûltan Ozcan got, HDP dê têkoşîna xwe li gel Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) bidomîne û ew ê bi hev re astengiyan hemûyan ji holê rakin. Hevserokê Giştî yê HDP´yê nû Cahît Kirkazak jî got, jiyana nû û ya azad ew ê bi hev re ava bikin: “Bila tirsa kesên êrişî xeta me ya jiyana azad dikin a li hemberî me bidome.”

 

´Em dikarin rêyên nû vekin´

Di kongreyê de ewilî Sultan Ozcan got, “Dema peywira hevserokatiya giştî ya HDP’ê teklîfî min kirin, min ev yek weke nîşaneya rûmetê qebûl kir. Soz didim ku dê felsefeya HDP’ê bidomînim û bibim parçeyekî vê meşa mirovahiyê ya mezin. Me got ‘HDP fikriyatek e û nayê girtin.’ Ji ber ku HDP fikrek e û vê fikrê weke çavkaniya jiyanê ya gel, wê astengî hemû li pey xwe hiştin û xwedî wê hêzê ye ku rêyên nû veke. Em dibêjin, HDP dê di rêya xwe ya nû de li gel Partiya Çep a Kesk têbikoşe û astengiyan hemûyan ji holê rake.”

 

´Em ê teqez bi ser bixin´

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê nû Cahît Kirkazak jî di kongreyê de got, “Dema me li HDP’ê dest bi têkoşînê kir, me soz da hev, me soz da gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Soza me jî ew bû ku daxwazên dayikên aştiyê yên di rêya aştiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, pêk bînin. Ev soza me hê lê ye. Em ê teqez vê têkoşînê bi ser bixin. Banga me ji bo gelê me ye; mil bidin milê me û em bi hev re jiyana nû û ya azad ava bikin. Ên ku êrişî xeta me ya jiyana nû û azad dikin, bila baş bizanin ku ew dê nekaribin bi ser kevin. Ez ji wan re dibêjim, bila tirsa we ya li hemberî me bidome.”

Her du hevserokan jî êşaret bi wê yekê kir ku têkoşîn êdî wê bi Partiya Çep a Kesk re dewam bike.

 

Meclîsa Partiyê ya nû

Di kongreyê de Meclisa Partiyê (MP) û lijneyên peywirdar ên HDP’ê jî hatin diyarkirin.

Endamên esil ên MP’ê jî bûn, Adem Demîragaç, Ahmet Yaşaroglû, Aydin Çetînkaya, Ayfer Demîrel, Ayşe Yilmaz, Besra Aslan, Cevdet Bakin, Fatma Yilmaz, Gulistan Ataş, Gulsum Agaoglû, Gultekîn Koçdemîr, Gulten Akdag, Gulustan Onver, Hatîce Akdag, Husnu Kuran, Îsmet Kaya, Kahraman Oguz, Kamîle Koç, Kayhan Yuksel, Kiymet Temel, Kiznaz Turkelî, Mahmût Çavli, Mahmût Emîn Avci, Mehmet Yalçin, Mehmet Zarîf Kesîcîler, Mûstafa Erbek, Muge Yamanyilmaz Koşar, Nûrettîn Soznmez, Perûze Demîr, Resûl Sadak, Saît Biçakci, Salih Mevalî, Sevgul Yalçin, Songul Kose, Şengul Aci, Turkan Konukcu, Ubeydûllah Ozmen, Ufuk Ozel û Zehra Vezan Karabulut.

Adalet Aydin Sozkesen, Ayhan Akgul, Berfîn Kaya, Bîlal Algunerhan, Celal Soguk, Şevkiye Muge Caner û Yuksel Yildirim jî weke Endamên lijneya disiplînê hatin hilbijartina.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.