Dijminê hertiştê Kurdan e

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 02:00

Li Stenbolê ji ber govenda Kurdî 11 kes hatin girtin

Li Tirkiyeyê pêkanînên faşîst û nîjadperest ên li hemberî Kurdan, gihişt asteke nû. 11 kesên ku ji ber govenda Kurdî li Stenbolê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 27’ê Tîrmehê li navçeyên Bagcilar, Esenyurt, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Xelk bi hinceta ku di dawetên bi dîrokên cuda de li ber stranên Kurdî govend gerandine hatin binçavkirin. Kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihatin ragirtin  sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê, 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 11 kes jî bi heman îdiayê hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.