Dijminê hemû Kurdan e

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 00:51

Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk diyar kir ku dagirkerî li ser Kurdistanê ji aliyê dewletên cîran ve her tim hatiye meşandin û got:“Ji serdema Osmaniyan ve Tirkan her tim xwestiye gelê Kurd ji holê rakin û heta niha jî berdewam in. Ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hewla dagirkirina Kurdistanê hatiye dayîn, her wiha siyaseta Erebkirinê jî li ser gelê Kurd hatiye meşandin û divê her kesekî biexlaq li dijî van dagirkeriyan raweste. Di çavê dewleta Tirk de hemû Kurd dijmin in, eger îro dora başûrê Kurdistanê be ku neyarê xwe ye, wê sibê jî dora dostên wê be.”

Letîf Fatih Ferec derbarê têkoşîna gerîlayên azadiyê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê jî wiha got:“Gerîlayên azadiyê piştgirî û parastina me dikin, li hember artêşeke mezin a wek dewleta Tirk rawestiyane û em dibînin ku dronên wan ji nav dibin. Xelkê başûrê Kurdistanê bi rastî diviya di nav bajaran de piştgiriya wan bikira, her wiha hêzên siyasî jî diviya piştgiriya wan bikira. Diviya li navçeyên Amêdiyê, Akrê û Dihokê, xelk ji bo parastina mafên xwe û gundan xwepêşandan bikirana û nerazîbûnên xwe nîşan bidana, ji ber ku dewleta Tirk terorîzmê dike. Tirkiye dibêje ku Efrîn, Mûsil û Kerkûk parêzgehên Tirkiyeyê yên 82, 83 û 84’an in. Xewna wê dagirkirin û jinavbirina gelê vê herêmê ye. Dixwaze dest dayne ser bîrên petrolê û peymanan binpê bike û bi xwe bibe xwediyê wan.  Tirkiye wê tenê bi Başûr nesekine, plana wê ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê jî heye û gelek caran hewla danûstandinê li gel Beşar Esed da û wî jî li hember wê yekê ku 3000 koçberên Sûriyeyê vegerin axa xwe û herêma wan aram bibe, hinekî nermî nîşan da. Lê heta niha bi temamî li hev nekirine. Eger Tirkiye bigihîje van armancên xwe, wê karesateke tirsnak biqewime. Bi rastî helwesta gel ne qasî tê xwestin e. Nivîskar, rewşenbîr, çalakvan rojnamevan û aliyên siyasî helwesteke li gorî pêwîst nîşan nedan. Lê belê dîsa jî hemû gel bêdeng nemaye û gotina xwe tim kiriye. Lê aliyên siyasî gelek bêdeng û bêhelwest in.”

ANF/DÎDAR ŞEHLA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.