Dijmin xwest şoreşê têk bibe

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:38

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê hewlên pişt Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de ji Rojnews’ê re axivî. Mihemed Emîn Pênciwênî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dijmin ji tirsa pêşketin û hêza tevgera şoreşa PKK’ê ev komplo lidarxist û got: “Şoreşa Kurdistanê bû şoreşek seranser, vê yekê jî hemû dewletên hegemon û dagirker ên cîhanê tirsand ku tevgera şoreşa PKK’ê daketiye qadan û gihiştiye navendên dîplomatîk ên cîhanê. Ji ber vê yekê fikirîn ku wê çawa vê şoreşê bitepisînin. Fikirîn ku avakerê vê şoreşê birêz Ocalan e û divê li qada siyasî de nemîne. Biryar dan yan wê bikujin yan wê bigirin. Li ser wê dewleta Tirk li gel dagirkerên din ên Kurdistanê kete nava hewldanan û bi caran hewla terorkirinê dan.” Pênciwênî di dewama axaftina xwe de qala armanca Komployê kir û got:“Birêz Ocalan dînamoya şoreşê ye ku li her çar beşên Kurdistanê gur bûye. Ji ber vê yekê welatên NATO’yê li ser girtina wî li hev kirin û bi hemû saziyên îstixbarata cîhanê re li Kenyayê revandin. Welatan difikirîn ku wê bi girtinê bikarin tevgera PKK’ê ji holê rakin û belav bikin. Bi girtina Birêz Ocalan re tevger di warê leşkerî, siyasî, aborî û alîgiran de hîn zêdetir pêşket. Nirxandina ku aliyê saziyên îstîxbaratê ve hatibû kirin bi giştî berovajî bû. Projeyek nû ya jiyanê pêşkêşî cîhanê kir ku nivîsên wî ji bo hemû gelan e. Niha jî erkê hemû ciwan, rewşenbîr, welatparêz û hemû beşên civakê ye ku li her deverê li gorî derfetên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan helwest nîşan bidin. Da ku meşaleya azadiyê roj bi roj geştir bibe û ne vemire.”

Ji bo azadiyê divê têkoşîn xurt bibe

Siyasetmedar Elî Zengene jî got:’’Tirkiye nekarî bi dîlgirtina birêz Ocalan, fikrên wî jî dîlbigire. Ji ber ku Ocalan ne tenê daxwaza azadiya gelê Kurd kir daxwaza azadiya hemû gelên bindest kir. Birêz Ocalan azad e û ne girtiye. Fikr û felsefeya wî niha li seranserê cîhanê zindî dibe û giring tê dîtin. Heta birêz Ocalan bi fîzîkî azad nebe, Tirkiye di nava xwe de aram nabe. Bi azadbûnê jî wê pirsgirêka Kurd û gelên bindest were çareserkirin. Çiqas xebat û têkoşîn ji bo pirsgirêka Kurd were kirin, ewqas azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan jî wê zûtir were pêkanîn. Divê em bikarin li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixin, wê demê Kurd jî bêguman wê bigihêjin armancên xwe. Ji ber ku xwedî fikir û felsefeyekî rewşenbîrî û rast in.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.