- Gerîlayan 15ʼê Cotmehê derbeke mezin li eskerên li Kaşê Banîkê ya li Heftenînê da, 17ʼê Cotmehê jî li devera Minînê ya Heftenînê gerîlayan kozikek li ser Girê Dûpişkê tevî eskerên tê de îmha kir.
HPG'ê ragihand ku li Heftenîn û Metînayê di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand. HPGʼê got, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de hin çalakî li dar xistin" û wiha dewam kir:
"15'ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker li kaşê Banîkê yê herêma Heftenînê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me piştî ku demekê dagirkerên li vê herêmê kontrol kirin, bi çalakiya sabotajê derba giran li wan da. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin, nehate zanîn. Dagirker di 17'ê Cotmehê de ji qadê vekişiyan.
Hêzên me di 15'ê Cotmehê de saet 07:20’an li qada Keşanê ya herêma Heftenînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi obus, hawan û çekên nîvgiran bombardûman li herêmê kir. Ji ber bombardûmanê agir bi daristan û giyayên deverê ket.
Kozik û dagirkerên tê de
hatin îmhakirin
Hêzên me di 17'ê Cotmehê saet 07:30'î li qada Minînê ya herêma Heftenînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê çalakiyek li dar xist. Dema ku komek ji dagirkeran li kozikê civiyan, hêzên me ew kozik tevî dagirkerên tê de îmha kir.
Hêzên me li herêma Metînayê li dijî qereqola Kanîmasê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya sûîqestê li dar xist. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 14'ê Cotmehê de saet 04:00ʼan li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrgê li gundên Gizê, Zaîte, Tixubê, Guzereşê, Sirtê Helwesîs, Sirtê Pîrê û Girê Şehîd Egîd dest bi operasyonê kir. Li gundê Guzereşê zext li gelê me kirin û hin ji gundiyan kirin nizaretê. Ev operasyon di 15'ê Cotmehê de ji hin aliyan ve bi dawî bû."
BEHDÎNAN
Gerîla teknîka dijmin pûç dike
Gerîlayê HPG'ê Denîz Ararat dibêje, dewleta Tirk li Heftenînê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye û "Rêbaza nû ya HPG'ê teknîka dijmin pûç dike."
Denîz Ararat bal bire ser berxwedana li Heftanînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, artêşa Tirk a ku ji teknîka xwe razî ye, dixwaze PKK'ê tesfiye bike. Ararat diyar kir ku artêşa Tirk li bendê bû ku gerîla li pêşberî teknîka wan nikaribe çalakiyan bike û wiha peyivî: "Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve hêzên gerîla çalakiyan li dar dixin. Artêşa Tirk niha di nava Sendroma Heftenînê de ye. Ji ber vê yekê ye ku rayedarên Tirk tên heta sînor û ji bo moralê bidin leşkerên xwe, serdana wan dikin. Qidûmên leşkerên li herêma Heftenînê şikestine, lewma bi van serdanan dixwazin wan komî ser hev bikin."