- Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî gelek deverên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî gelek deverên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin. Ji Til rifetê heta bi Şehba û Minbicê, dagirker êrişên xwe yên bi top û balefirên bêmirov dewam dikin.
Dagirkeriya Tirk doh navenda Til Rifetê bombe kir. Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda bajêr bombebaran kir.
ANHA´yî agahiya êrişê ragihand, li li ser encaman ti agahî parve nekir. me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kiriye.
Artêşa Tirk a dagirker gelek gundên li bakur rojavayê bajarê Minbicê jî doh topbaran dikirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Edse, Um Cilûd, Seyade û Bak Wêran ên bakur rojavayê Minbicê bi top û hawanan topbaran dikin. Piştê wê, ANHA´yê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Yalinlî yê bakur Minbicê ji baregeha xwe ya li gundê Yaşlî topbaran dikin.
Agahiyên li ser zirar û windahiyan heta ku me nûçe amade dikir, bi dest neketibûn.
Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de gundên kantona Şehbayê jî tobparan dikirin. Li gorî agahiyên ANHA´yê, artêşa Tirk a dagirker gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê û derdora navçeya Til Rifetê yên kantona Şehbayê topbaran dikirin.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, bomberdûmanê dewam dikir û encamên van êrişan jî diyar nebûbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN