Dijmin nikare bikeve taxên me

În 7 Hezîran 2024 - 00:18

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ku dijî qeyûmgeriya dewleta Tirk dest bi çalakiyan kir, ragihand ku tîmên wan gelek taxên Geverê kontrol kirine dest xwe û hêzên dagirker nikarin bikevin taxên wan. Milîsên HBDH’ê jî li gelek bajaran çalakî kirin.

Înîsiyatîfê daxuyaniyek weşand û got, "Berxwedana me ya li dijî darbeya siyasî di roja sêyemîn de li her tax û kolaneke Geverê belav bûye û dewam dike."

Gelek tax di kontrola me de ne

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana me ku li dijî darbeya siyasî destpê kir, bi pêşengiya 'Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr' di roja 3'yemîn de li taxên me yên Geverê yên Eskî Kişla, Orman, Esentepe, Cûmhûriyet û Yeşîldereyê bi xurtî dewam dike. Polîsên dagirker nikarin bikevin ti ji taxên me û hêzên tîmên taybet ên dagirker zêde kiriye. Li hin taxên me jî leşker hatine veguhestin.’’

Dijmin nikare desthilîne

Insîyatîvê bi domdarî got dagirker li ber berxwedan tîmên wan nikarin dest hilînin, bang kir ku her kes derkeve kolanan. Insîyatîvê got,’’Nikarin bikevin nava taxên me. Ji dûr ve bi gaza îsotê û bombeyên deng êrişî taxên me dikin. Bila baş bê zanîn; dagirker ne bi gaza îsotê û bombeyên deng, her wiha bi bombeyên atomê û balafiran jî êriş bikin wê nikaribin bikevin nava taxên me.

Berxwedana me her roj hîn mezin dibe, dewam dike û wê dewam bike. Em kolanan naterikînin. Bang li her kesî dikin ku dakevin kolanan."

Ji milîsên HBDH’ê çalakiyên sabotajê

Her wiha Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ragihandin ku tîmên wan li dijî qeyûmgeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê li Antalya, Stenbol, Îzmît û Bûrsayê çalakiyên sabotajê lidar xistine.

Faşîst di hedefa me de ne

Milîsên HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ragihandin,"Di encama çalakiyên me de bi mîlyonan lîre zerara aborî çêbûye. Faşîst û her kesên tevkariyê li aboriya dewletê dikin di hedefa me de ne. Hûn ê nekaribin ji ber edaleta gel birevin!" 

Milîsên HBDH’ê, destnîşan kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê îradeya gel nasnake û wiha got, “Em endamên Şoreşa Yekbûyê li dijî zilma faşîzmê ya li ser bindestan, mil bi mil têdikoşin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.