Dijmin li Werxelê bist bû

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:18

  • Gerîlayên Kurdistanê li Zê, Avaşîn û Metînayê 34 dagirker kuştin, 9 birîndar kirin û kirin ku dijmin li deverên lê bist bibe. Dagirker ji ber vê bi obus, helîkopter û balefirên şer deverê bomberdûman dikin.

HPG’ê diyar kir ku ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gerîlayan gelek taktîk di nava hev de bi kar anîne û 34 dagirker kuştine û 9 dagirker jî birîndar kirine. Bi vî awayêî bi giştî 41 dagirker êdî nikarin şer bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxiuyaniya xwe ya dawî de li ser rewşa şer a meydanî de got, “Hêzên me ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gelek taktîk di nava hev de bi kar anîn û 34 dagirker ceza kirin û 9 dagirker jî birîndar kirin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî derbên giran dîsa teknîkeke zêde bi kar anî, Qadên Berxwedanê gelek caran bi helîkopterên êrişê, obus û balefirên şer bombe kirin.”
HPG´ê li ser çalakiyan kite bi kite got, 

Li Avaşînê

Di 27’ê Hezîranê saet 05:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Têkoşer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, bûne hedef û bi çekên giran li wan hatiye xistin. Di navbera saet 10.00-15.00’an de di navbera hêzên me û dagirkeran de ku dixwestin bi pêş ve biçin şer qewimî. Hêzên me bi çekên ferdî, bi bombeyên destan û taktîkên sekvaniyê herî kêm 15 dagirker ceza kirin û 4 ji wan jî birîndar kirin.

Di 27’ê Hezîranê saet 13:00’an de dagirkeran xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, gerîla bi taktîkên sabotajê li wan xist. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 27’ê Hezîranê saet 13:20’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin dorpêçkirin û ji du milan ve gule li dagirkeran hatin reşandin. Di encamê de 11 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Helîkoptera êrişê ya ku xwest deverê bomberdûman bike jî ji aliyê hêzên me ve hate gulebarankirin û helîkopter ji qadê derket.

Di 28’ê Hezîranê saet 04:00’an de dagirkeran xwest ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, bi çekên giran gerîla li wan xist, dagirker gavekê vekişiyan û bi balafirên şer Qadên Berxwedanê bi dijwarî bomberdûman kirin.

Li Zê (Zapê)

Di 27’ê Hezîranê saet 13:15’an de dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi sabotajê li wan xist û 2 dagirker ceza kirin.

Li Metînayê

27’ê Hezîranê saet di 10.00’an de yek ji dagirkerên li der û dora Qada Berxwedanê Girê FM bi rêbaza sekvaniyê hat cezakirin. Heman rojê, saet di navbera 15.00-16.00’an de bi çekên giran derb li dagirkeran hat xistin, wa xwest ber bi tunelên şer ve bi pêş de biçin, lê gavekê bi paş ve çû.

27’ê Hezîranê saet di 17.00’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi hevxwextî bi çekên ferdî, rêbaza sabotaj û sekvaniyê hedef hatin girtin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ve bi pêş de biçin, piştî çalakiyan bi çekên giran hedef hatin girtin, neçar man ku gavekê bi paş ve biçin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.