Dijî tecrîdê em derkevin qadan

Şemî 28 Îlon 2024 - 02:35

Ji bo Mîtînga Azadiyê ku 13’ê Cotmehê li Amedê wê dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan were kirin Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakin diyar kir ku divê 13’ê Cotmehê bi sed hezaran kes werin cem hev û got,’’ji bo şikandina tecrîdê li Amedê dakevin qadan

Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê Îlonê de ragihandibû ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev kom dicivin" mitîngeke mezin li dar bixin.

Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ku wê 13’ê Çile li Amedê were lidarxistin banga tevlêbûnê kir. 

Sakik di axaftina xwe de destnîşan kir çareseriya pirsa Kurd bi Rêber Abdullah Ocalan pêkan e, muxatabê pirsa Kurd Ocalan e, rewşa Tirkiyê ya berdest weke ‘bêserûber’ bi nav kir û got,’’Yekane rêya derketina ji vê yekê diyalog û muzakereya bi birêz Ocalan re ye. Polîtîkaya tecrîdê, ne di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî di hiqûqa navneteweyî de tu beramberiyeke wê nîne. ‘’

Divê demildest hevdîtin bê kirin

Sakik bal bire ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got,’’Qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzerên birêz Ocalan re 43 meh in didome. Em dibînin ku li vir qanûn nîne. Li cihê ku hiqûq tune be mirov nikare qala edalet û aştiyê bike. Divê Tirkiye demildest ji vê xitimandinê derkeve. Lewma divê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin bê rakirin.  Em destnîşan dikin ku divê birêz Ocalan demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike."

Ocalan aktorekî girîng e  

Sakik diyar kir ku dewlet bi tundî û zextan bersivê dide bangên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka Kurd û got ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e û her kes dizane ku Ocalan aktorekî girîng e ê vê yekê ye. 

Bila rêyên diyalogê vebin 

Bi domdarî Sakik got,’’Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên zext û tundiyê çareser nabe. Pirsgirêk bi qedexekirin û înkarkirina zimanê kurdan çareser nabe. Bi girtina Kurdên ku govendê digerînin çareser nabe. Ev dînîtî ye. Her cure êriş li dijî Kurdan hatin kirin, lê Kurdan gavekê jî paşve neavêt. Kurd, hem ji bo têkoşînê û hem jî ji bo aştî hene. Em daxwaz dikin ku demildest rêyên danûstandinan bên vekirin."  

Bi sedhezaran em bên cem hev

Sakik diyar kir ku ew ji bo aştiyê bi salan e têdikoşin û her kesî vexwand mitînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin. Sakik got: “Em hewl didin vî dengê aştiyê bi rêxistin bikin. Divê di 13’ê Cotmehê de bi sed hezaran kes li Amedê bên cem hev. Divê em aştiyê bi dengekî bilind biqîrin. Divê em hemû tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bişkînin.’’ Sakik wiha bang kir:’’Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 13’ê Cotmehê de ji bo aştî û şikandina tecrîdê li Amedê dakevin qadan. Divê gelê me di 13’ê Cotmehê de li Amedê be û dengê xwe yê aştiyê bilind bike.”

MA/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.