Dijî tecrîdê bar dikeve ser her kesî

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:04

RÛKIYE ADIGUZEL / MA / AMED

Hevserokê MED TÛHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ji bo çareserkirina meseleya Kurd û rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Ocalan bar dikeve ser milê her kesî.

Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat çalakiyên girtiyan û daxwazên wan  ên bi çarçoweya kampanyaya ji Rêber Ocalan re azadî ku 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kirî axivî. Canpolat anî ziman girtiyan di demên krîtîk de bi çalakiyên xwe rê li ber pêvajoyê xistine û bi çalakiyên xwe yên dawî jî bal kişandine ser şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ne û got ku di vî warî de bi ser ketine. 

Bar dikeve ser me 

Canpolat anî ziman bi boykotkirina hevdîtina bi rêya telefonê û hevdîtina malbatê re peyama "Hûn me ceza bikin û şert û mercên me xerab bikin jî em ê dest ji îdealên xwe, daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin" hatiye dayîn. Canpolat da zanîn ku çalakî ji bo hemû beşên civakê jî peyamekê dide. Canpolat wiha berdewam kir: “Ji bo demokrasî û hiqûqa vî welatî divê êdî bar zêde nekeve ser milê girtiyan. Divê ev peywir bikeve ser milê me. Di vî warî de kêmasiyek heye ku serî li çalakiyên wiha didin. Dema li derve gelek çalakî hebin, wê bar nekeve ser milê girtîgehan. Divê siyaseta Kurd, saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin vê wekî rexneyekê bibînin."

Bila her kes tevlî çalakiyan bibe

Canpolat diyar kir çalakiyên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bidomin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan banga piştevaniyê kir. Canpolat anî ziman ew dixwazin her kes tev li çalakiyên ku wê li dar bixin bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.