Dijî rejîma talan û dagirkeriyê qeyûm çalakî

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:27

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê dijî rejîma dizî û talan, dagirkeriyê; li dijî qeyûmgeriyê gel helwesta xwe nîşan dide. Li Riha û Wanê, li Stenbolê di çalakiyan de yên li dijî rejîma dagirkeriyê û talanê hate gotin ew ê serê xwe netewînin û dawî li rejîma talanger qeyûm bînin. 

Bertekên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê didomin. Li Riha, Wanê û li Kadikoyê ya Stenbolê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyan hat protestokirin.

Riha

Rêxistinên hiqûqî yên Rihayê li ber Baroya Rihayê daxuyanî dan. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê piştgirî dan çalakiyê.

Divê AKP vegere nav sînorên hiqûqê

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyku axivî û got: “Îro vîna nêzî 30 hezar welatiyên ku îro li Colemêrgê dengê xwe bikaranîne, ji holê hat rakirin. Ev berdewamiya zîhniyeta darbeya sivîl e. Dixwazin rejîmeke ku li şûna kesên hilbijartî tayînkirina qeyûman rewa bikin. Hikûmet bi ji holê rakirina vîna gel, dixwaze hiqûqa xwe ava bike. Divê hikûmet demildest vegere sînorên hiqûqê. Polîtîkayên hikûmetê welat ber bi kendalê ve dibe.”

Wan

Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Wanê li ber Odeya Endezyarên Çandiniyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Rejîma qeyûm nayê qebûlkirin, vîna gel nayê desteserkirin" hat vekirin.

AKP sûc dike

Berdevkê demê yê TMMOB ÎKK Engîn Işik axivî û got: “Hikûmet weke her du serdemên borî, careke din bi rêya dadweriya siyasî bi hincetên neqanûnî, hilbijartinan bêwate dike û hilbijartinan dike amûr û sûc dike.”

Stenbol

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê çalakiya protestoyî li dar xist. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên navçe û bajar ên DEM Partiyê, Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, femînîst, partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hat berz kirin.

Em serî natewînin

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê li vir axivî û wiha got: “Em ê heta dawî vîna gelê Kurd biparêzin. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Heta îro me serî li ber we netewand ji vir şûnde jî netewînin. AKP’ê wê biçe. Em ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe bidin.”

Pîla Erdogan bihurî

Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn bertek nîşanî desteserkirina vînê û zilma polîsan a li hember gelê ku dixwazin li kolanan xwedî li vîna xwe derkevin, da û wiha got: “Desthilatdariya Erdogan emrê xwe qedand. Erdogan û Bahçelî wê herin, em ê bimînin, vîna gel wê ser bikeve.”

Em ê AKP’ê bişînin

Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman destnîşan kir ku AKP’ê qeyûmê ji bo gel rewa dibîne û got: “Colemêrg ne bi tenê ye. Em soz didin ku qeyûmê bişînin.”

Cih ji waliyên qirker re nîne

Metna daxuyaniyê jî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Îlhan Çelîk ve hate xwendin. Çelîk got: “Em ê li vê xakê rê nedin waliyên qirkirinê. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê. Hûn hezar car biceribînin jî bi zor û tundiyê nikarin li gelê me bidin qebûlkirin.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.