- Karwanê Demokrasiyê ku li dijî talangerî û mêtingeriya qeyûm dimeşin diyar kirin ku qeyûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye, ya hemû Tirkiyeyê ye û bang kirin ku her kes tevlî mitînga li Colemêrgê bibe û xwestin heta ku qeyûm paş ve werin kişandin têkoşîn were geşkirin. Di axaftinan de hate gotin qeyûmgerî dijminatiya li çand, ziman û hemû nirxên Kurdan e û ew ê dawî li vê pergalê bînin.
CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / COLEMÊRG
Li Colemêrgê li dijî mêtingeriya qeyûm 13’ê hezîranê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl, mitînga “Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin.
Beriya mitîngê li navçeyên Colemêrgê ji du milan ve meş hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ya ku duh ji navçeya Şemzînanê dest pê kir, di roja duyemîn de li navçeya Geverê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike. Karwanê Demokrasiyê bang kir ku her kes tevlî mîtîngê bibe û destnîşan kirin ku heta qeyûm biçe divê her kes li ber qeyûman rabe û têbikoşe.
Dijî qeyûm rabin
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Engudar a beşdarî meşê bûye wiha got: “Em qeyûmê danîn ser şaredariya Colemêrgê qebûl nakin. Heta ku qeyûm paş ve werin kişandin, em ê vê meşa xwe bidomînin. Ez bang li gel dikim; li dijî qeyûm rabin ser pêyan. Em li dijî qeyûm li ser pêya ne, li vir in û em mafên xwe dixwazin.”
Biherikin qada mîtîngê
Dayika Aştiyê Saadet Dogma jî da zanîn ku divê gelê Kurd li dijî qeyûm dengê xwe derxe û got: “Çimkî ev hilbijêr îradeya me ne û şaredarî yên me ne. Divê her kes piştevaniya vê çalakiya me bike. Divê her kesên xwedî wîjdan di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê be û li ber qeyûman biherike qada mitîngê.”
Em qeyûman naxwazin
Welatiyê bi navê Şevket Şîn jî anî ziman ku ew polîtîkaya qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Îradeya me binpê dikin. Em vê qebûl nakin. Heta ku hevşaredarê me vegere şaredariyê em ê têbikoşin. Em ê 13’ê hezîranê di mitîngê de bi yek dengê gazî bikin, em qeyûman naxwazin.”
Tinehesibandina vînê ye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî ku beşdarî meşê bûye destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm û tayînkirina qeyûman bi temamî tunehesibandina îradeya gelê Kurd e û karê ewil ê qeyûman jî ew e ku êrişî çand, ziman û nirxên gelê Kurd dikin. Eren got qeyûm tehamulî nivîsek bi Kurdî ya li şaredariyê nakin û nivîsên Kurdî yên li ser navendên çandê jî radikin û diguherînin. Eren anî ziman ku polîtîka û tayînkirina qeyûman di heman demê de tê maneya polîtîkaya ku gelê kurd bêbîr û bêçand bihêlin. Eren destnîşan kir ku qeyûm tenê ne meseleya Colemêrgê û xelkê wê ye û got qeyûm meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye.
Banga tevlêbûna li mîtîngê
Serhat Eren da zanîn ku ew li dijî tayînkirina qeyûmê Colemêrgê û di 8 salên dawî de tişek nemaye ku qeyûman neaniye serê gelê Kurd dimeşin Colemêrgê û xwest her kes li dijî êrişa li ser îradeya gelê kurd beşdarî mitînga di 13’ê hezîranê de bibe.