Dijî Kurdan şerekî pirhêlî rê ve dibin

Şemî 28 Îlon 2024 - 03:05

  • Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê: Îro dewleta Tirk a dagirker, li dijî gelê Kurd şerekî piralî rê ve dibe. Gelê Kurd ji aliyê siyasî, aborî, civakî, leşkerî û çandî ve di bin êrîşeke giran de ye. Divê rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, welatparêz û hêzên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li ziman û çanda Kurdan derkevin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê derheqê êrîşên li ser qada êrîşên van pêlên dawî yên li ser çand, zimanê, hunera Kurdî bi bîr xist, destnîşan kir ku ev êriş ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qut in û got:Îro dewleta Tirk a dagirker, li dijî gelê Kurd şerekî piralî dimeşîne. Gelê Kurd ji aliyê siyasî, aborî, civakî, leşkerî û çandî ve di bin êrîşeke giran de ye. Tevî van êrîşên giran, Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê li her qadê berxwedaneke ku mînaka wê nîne raber dike.’’

Bi berdewamî hate destnîşankirin gelê Kurd li ber êrîşên qirker û dagirker serî netewandîye, hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê digire û bi vîneke xurt têkoşîna xwe ya dijî qirkirina ziman, çanda qedîm didomîne. KCK’ê bi bîr xist ku bi sedan, hezaran dijî çand û zimanê Kurdî êrîşên dijmirovî pêk tîne.

Kurdan li ber êrîşan serî netewand

KCK’ê got,’’Ji avabûna komara faşîst û vir ve gelê Kurd rastî gelek êrîşên qirkirinên mezin hatiye. Navên gund û bajaran hatin guhertin, navên zarokan bi Kurdî hatin qedexekirin, axaftina Kurdî ji hemû qadên jiyanê hate rakirin, cilûbergên neteweyî hatin qedexekirin û dijminatî li dijî her tiştên têkildarî Kurdan kirin. Bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn, hatin girtin, kuştin, rastî êşkenceyên hovane hatin, lê gelê Kurd teslîm nebû. Ev sed sal in gelê Kurd li dijî her cure qirkirin û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Ev 100 sal in dewleta Tirk Kurdistanê dagir dike û dixwaze bike warê xwe. Lê belê heta niha nekarîne vê bi ser bixînin û wê bi ser nekevin. Her carê ji xweliyên xwe ji nû ve vejîn dibin.

Çavnebariyê li Kurdî dikin

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê wiha domand:’’Îro dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê, bi dirûşmeya ‘Yek ziman, yek al, yek milet û yek dewlet’ tevdigere û hewl dide hemû reng û dengên din ji holê rake û tine bike. Careke din hewl didin zimanê Kurdî ji hemû qadên jiyanê derxînin. Bi ti awayî tehamula zimanê Kurdî nakin. Dijminatiyê li zimanê gelê Kurd dikin. TBMM’ê hêj zimanê Kurdî weke ‘zimanek nayê zanîn û nayê fêhmkirin’ pênase dike. Ciwanên Kurd ku stranên kurdî distirên û govendê digerînin tên girtin û ji ber ku zarokên Kurd li Zarokîstanê perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin dibistan, mamoste û şaredarî tên lêpirsînkirin. Li ser kolanê du peyvên Kurdî ji bo trafîkê hate nivîsandin, yekser bi destê çeteyan hat jêbirin. Herî dawî sazî û pirtûkxaneya perwerdeya bi zimanê Kurdî girtin û bi dehan mamoste, karmend û kedkarên Kurd binçav kirin û girtin."

Armanca asîmîlasyonê

Komîteya Perwerdeyê bi domdarî got:’’Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn de di beşa bi sernavê 'Di pença qirkirina çandî de, parastina Kurdan’ de wiha dibêje, ‘Armanca asîmîlasyonê ew e ku bi berdêla herî kêm koleyan ji bo mekanîzmaya kedxwarî û desthilatdariyê xwedî kirine. Yên hatine asîmlekirin nasnameya wan tine dibe û hêza berxwedanê tê şikandin. Ji bo bibin koleyên kêrhatî tên amade kirin... Koleyên kêrhatî neçar in ji sedî sed bişibihin efendiyê xwe. Ji bo bibe buçikê efendiyê xwe her tiştî dike… Kesên bêwijdan, bêexlaq û nezan, mîna koleyan dijîn. Biryareke wan a azad û çalakî tine. Îxanetê li nasnameya xwe ya civakî dike. Ji mirovbûnê bêhtir, dibe mîna heywanekî û tenê dikeve derdê têrkirina zikê xwe.”

Banga xwedîlêderketinê

Pêwîst e tevahî rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, welatparêz û hêzên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li ziman û çanda Kurdan derkevin. Xwedîderketina li ziman û çanda Kurdî bi bikaranîna zimanê Kurdî li her qada jiyanê pêkane. Eger li her malekê Kurdî bê axaftin, eger li her gund, kolan, bajar, kargeh, meclîs, şaredarî, zanîngeh û hemû dibistanan kurdî bê axaftin, li bazar, dikan, kafe, bername, televîzyon û radyo bê axaftin, em ê faşîzma dagirkeran û qirker felç bikin. Em ê faşîzmê bi çîrok, wêje û stranên Kurdî bifetisînin. Em ê hêza faşîzma Tirk ku li her qadê bi feraseta Kurdîtiyê dixwaze Kurdan tine bike, bişikînin. Faşîzma AKP-MHP'ê ji zimanê Kurdî ditirse. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.