Dijî êrîşa ser ziman û tecrîdê banga seferberiyê

În 27 Îlon 2024 - 02:15

Gelek sazî û dezgehên ku li Artêmêtê ya Wanê hatin cem hev dijî êrîşa ser zimanê Kurdî weke parçeyeke ji tecrîda li ser Rêber Ocalan nirxandin û dijî êrîşan banga seferberiyê kirin û xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî.

Çavnebariya bi dijminatî ya dewleta Tirk a li ser zimanê Kurdî li navçeya Artemêtê ya Wanê bi pêşengtiya Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya li Navenda Wanê li ber deriye DEM Partiyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Van mehên dawî bi çarçoweya stratejiyeke dewletê êrîşên berfireh têne ser Kurdî, çanda Kurdan û hewl tê dayin ku zimanê Kurd, çand, stran û cil û bergên Kurdî krîmînalîze bikin û bikin mijara sûc û cezayê. Herî dawî polîsên dagirker ên Tirk li Amedê bi ser  MED-DER'ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê girtibûn rêveber û mamosteyên Kurdî hatibûn binçavkirin.

Êrîş dijî daxwaza fermîbûna Kurdî ye

Di daxuyaniyê de perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar êrîş dijî daxwaza perwerdeya bi Kurdî, fermîkirina wê ye û got,’’Em xweş pê dizanin ku ev êrîş parçeyek ji êrîşên li dijî hemû nirxên me Kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê Kurd in. Ev êrîş jî wek hemû êrîşên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.”

Kurdî xeta me ya sor e

Bi domdarî Acar divê AKP-MHP ya faşîst bizanibe ew ê li ber êrîşan serê xwe netewînin, têbikoişn û got, Kurdî xeta wan a sor e. Acar wiha got:’’Divê xweş pê bizanin ku zimanê Kurdî ne tenê nirxê neteweya Kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrîşên li ser zimanê Kurdî ne tenê êrişên li ser me Kurdan in, di heman demê de êrîşên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî mirovahiyê ne.”

Tecrîda li ser Ocalan rakin

Acar xwest ku Kurdî bibe xwedî statûyeke fermî û wiha got:“Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya Kurdî gav paşve neavêjin. Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê Kurdî û hemû nirxên neteweya Kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin. Li şûna vê yekê zimanê Kurdî bikin zimanê fermî. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.”

Têkoşîna dijî ziman û tecrîdê geş bikin

Acar, bang li gel, sazî, platform, rewşenbîrên Kurd hwd. kir ku bi hiş û giyanê seferberiyê dijî êrîşên ser Kurdî têbikoşin û got,’’Hemû Kurd bibin Kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê Kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên Kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê Kurdî û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.”

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.