Dijî dagirkeriyê berxwedana giştî

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 02:25

Şêwra Dijdagirkeriyê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Metîna, Zap, Avaşînê yên bi hevkariya aşkere ya malbata Barzanî bi bîr xist û ji bo şikandina êrîşên dagirker banga berxwedana giştî kir.

Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî, ji hemî pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan, nûnerên pêkhate û dîn û dînza) yên Kurdistanî ku xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 8'ê Tîrmeha 2024'an de, konferansek berfireh li ser tora “Zoom”ê pêk anîn. 

Barzaniyan radestî dewleta Tirk kir

Di encamnameyê de êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Metîna, Zap, Avaşînê yên bi hevkariya malbata Barzaniyan hate bibîrixstin, hate gotin malbata Barzaniyan rêyên fermî ji artêşa Tirk re vekiriye, kontrola cihên ku artêşa Tirk lê heye bi temamî radestî dewleta Tirk kirine û hate gotin,’’ Ji roja 25.06.2024'an vir ve jî, dagirkeriya dewleta Tirk derbazê merheleyekî dî bûye. Êdî weke hêzeke xweyê malê, bendên kontrolê (seytere - checkpoint) datîne û nasnameyên xelkê kontrol dike. Yanî êdî dagirkeriya xwe venaşêre û bi eşkere dide diyarkirin.’’

Banga berxwedana giştî

Şêwira ku xwe wekî ‘Şêwira Dijê Dagirkeriyê’ bi nav kirî diyar kir divê berxwedana giştî were kirin û ev bang kir: ‘’Civîn, bang li Serokatî, Parlamento, Hukumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên Kurdistanî û hemî xelkên herêmê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û hêzên ordiya Tirk ji başûrê Kurdistanê derxin.

Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku hevkariya dewleta Tirk neke, peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatîn çêkirin betal bike, dijî dagîrkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer yên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nav tixûbên dewleta federal ya Êraqê, tedbîrên pratîk bistîne.

Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.

Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.

Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dike û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ew e hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi pişgirtina we heye”.

Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Turkiyê nekin, turîzma Turkiyê boykot bikin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.