Dijberê aştiyê împeryalîzm e

În 10 Mijdar 2023 - 00:15

  • Şehîd Rustem Cûdî: Hemas bû desthilatdar, ji kontrolê derket, niha bi ser de diçin. Niha li Xezeyê desthilatdar in, lê belê ne rêka çareseriyê ye, ango pirsgirêk bi wan çareser nabe. Neteweya demokratîk panjehra van pirsgirêkan e.

Ji 7´ê Cotmehê ve, piştî êrişa Hemasê ya li dijî sivîlên Îsraîlê, hêzên Îsraîlê şerekî dijwar dimeşînin li dijî Xezeyê û bi hezaran kes heta îro qetil kirine. Şehîd Rustem Cûdî, di saxiya xwe de têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, û her wiha li ser şerê Îsraîlê û Ereban hin nirxandinên girîng kirine.

Şehîd Rustem Cûdî di deng û dîmenên xwe yên tomar kirî de dibêje, di navbera Sûdan û Misirê de pirsgirêkên li ser herêman hene, li welatê Kendavê jî pirsgirêkên bi heman rengî hene, di navbera Lubnan û Sûriyeyê de pirsgirêkên wiha hene, ji xwe mesela Îsraîlê meseleyeke dîtir e.

Rustem Cûdî, îşaret bi vê yekê dike ku ev hemû ji bo ku di herêmê de aheng çênebe, ji bo ku her dem mecalek hebe da ku împeryalîzm karibe dest werde herêmê; yanî her dem herêm nexweş be, bi van nakokiyên çêkirî yên pirsgirêkên sînoran, dewlet herdem dijminê hev bin, ev bi dilî împeryalîzmê ne. Lewma, li gorî Rustem Cûdî hingê, pêdiviya her kesî wê bi hegemonyaya rojavayî hebe.

Ji bo ewlehiya Îsraîlê ye

Rustem Cûdî rola Îsraîlê li herêma Rojhilata Navîn jî wiha nirxandiye: “Niha ji bo hemgemoniya rojavayî, Îsraîl li Rojhilata Navîn girîng e. Ji ber çi? Îsraîl ne xwe tenê temsîl dike. Îsraîl wekîlê şirketa kapîtalîst a navneteweyî ye. Wekîl e, di heman demê de bi navê wê yê biyanî jî sîxûr e. Îsraîl bi wekaletê berjewendiyên împeryalîzmê li Rojhilata Navîn dimeşîne. Ji bo vê, her rengê xeteran li ser Îsraîl ji aliyê Emêrîka, Ingîlistan û Ewrûpayê ve nayên qebûlkirin. Ji bo ku ewlekariya Îsraîlê misoger be, her demê, Rojhilata Navîn lawaz dihêlin. Ji ber çi? Îsraîl weke hêzeke leşkerî Rojhilata Navîn di bin xeterê de dihêle, çekên wê yên nukleer hene. Çekeke wê ya balafiran ya pirr berfireh heye, hêzeke wê ya îstixbaratê ya mezin heye, aboriya wê jî heye.”

Ji bo kontrolkirina herêmê

Di dewama nirxandina xwe de Rustem Cûdî wiha behsa Îsraîlê dike: “Ne ji ber ku dilê Ingilîzan bi Cihûyan şewitiye, welatek ji wan re çêkirin. Ji bo ku her demê biryargeheke wan li vir hebe, pê herêmê kontrol bikin. Bi xelkê herêmê re dijber be, têkiliya wan bi hev re tinebe, tenê dijmin be, bi vî rengî her demê karibin herêmê kontrol bikin. Dînamîkê herêmê qels bike.”

Milliyetperestiya Ereban bi pêş dikeve

Rustem Cûdî nerazîbûnên Ereban ên li hemberî kirinên Îsraîlê jî wiha nirxandine, “Heta niha têgihîştineke li ser esasê demokrasiyeke ku tê de Cihû jî cih bigirin, zemînekî li ser vî esasî peyda nebûye. Heta niha li hemberî kûrbûna miliyetgeriyê, ya Ereban jî ev her dem bi şeran bi encam dibe. Di roja me ya îro de jî bi taybetî di şexsê partiya Hemasê de, di kesayeta hinek komên miliyetparêz ên din de, hîna zêdetir ev di eniya Ereban de kûr dibe, di eniya Cihûyan de jî bi vî rengî kûr dibe. Weke dijberiyê ku hev têr bikin, bi pêş dikevin. Jixwe, hêzên navneteweyî û herêmî jî li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin.”

Îsraîlê çavên xwe lê girt

Di dewama nirxandinên xwe de şehîd Rustem Cûdî dibêje, “Niha Hemas çi bû? Hemas encama îflaskirina bizavên milî, îflaskirina bizavên sosyalîst e, di cîhana Erebî de tevgerên olî geş bûn. Çima, ji ber ku tevgerên milî zêde encam negirtin. Yanî têkoşîna milî tevgera milî êdî zêde encam nedigirt. Pirsgirêkên wê çêbûn. Tevgera dînî bi pêş ket. Îran hîna zêdetir zexm dayê, hîna zêdetir moral dayê. Îsraîlê dît ku tevgera dînî bi pêş dikeve, zêde zirara wê jê tineye, esas dijminê wê, Rêxistina Rizgariya Filîstînê (RRF) ye. Ji bo vê çavê xwe lê girt. Piştî ku Sovyet hilweşiya, tevgera dînî hîna zêdetir bi sîstemê re ket nakokiyê. Para xwe xwest. Tevgera dînî, çawa vê para xwe tîne ziman û dibêje, ´We ez li dijî sosyalîzmê bi kar anîm, niha sosyalîzm hilweşiya, hûn ji bo her tiştî dibêjin yê min e, na para min jî tê de heye.´ Li ser vê, nakokî çêbûn. Hemasê ji vê nakokiyê feyde dît. Hemas encama lawazbûna tevgera milî li Filîstînê ye, ew encama lawazbûna tevgera sosyalîst e; ew weke encama vê rewşê û weke nerazîbûna li hemberî wê rewşê ye. 

Li Başûr jî heman tişt heye

Ya din jî jirêderketina ku di nava RRF´yê de derket, ew jî weke çawa niha jirêderketin di nav PDK-YNKê de hene, qaşo hemû şoreşger bûn, heta doh pêşmerge bûn. Niha bi milyonan peran didizin. Di nava Filistîniyan de jî wer bû. Ev ên Îslamî hinekî navê wan zêde di diziyê de çênebû, ji bo vê gel hîna zêdetir di wan de hêvî didît. Bûn desthilatdar, ji kontrolê derketin. Dema ku ji kontrolê derketin bi ser de diçin. Niha rewşa Hemasê ev e. Niha li Xezeyê desthilatdar in, lê belê ne rêka çareseriyê ye, ango pirsgirêk bi wan çareser nabe. Eger reforman çênekin, wiha nikarin bi pêş bikevin, cîhan jî wan bi vî rengî qebûl nake. Civak jî wan wiha qebûl nake. Civak jî çewisandina dînî qebûl nake.”

Çareserî neteweya demokratîk e

Şehîd Rustem Cûdî di nirxandinên xwe de neteweya demokratîk wekî çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re destnîşan dike û dibêje. “Panjehra miliyetgeriyê, neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk tê de hezkirina netewe, erdnîgariyê heye. Qebûlkirin heye. Weke nirx parastina wê ferz dike, tê de dilsoziya azadiyê heye. Lê tê de asîmîlasyona bi zorê tineye, otoasîmîlasyonê jî qebûl nake. Weke netewe xwe di ser kesê dîtir re nabîne. Ferq û cudatiya di navbera miliyetgeriyê û neteweya demokratîk de ev e. Ji ber vê, panjehra miliyegeriyê, ji xwe neteweya demokratîk e. Pêwîst e ku ew esas bê girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

* Şehîd Rustem Cûdî bi navê xwe yê malê Rustem Osman, ji fermandarên pêşeng ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bû. Ew sala 1965´an li bajarê Serêkaniyê, yê îro dagirkirî, ji dayik bûbû. Ew sala 1987´an li Lubnanê tevlî nava refên PKK´ê bûbû. Ew 10´ê Cotmeha 2011´an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Xakurkê şehîd bûbû. Ew gelek caran ji xelkê re û ji şervanên xwe li ser mijarên cihê yên civakî, siyasî û leşkerî dipeyivî. Ev nihêrînên wî ji ber qeydiyên dengê wî hatiye girtin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.