Dibistana bi Tirkî sûc e li dijî zarokên Kurdan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:46

Kargeha zarokan a Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi dawî bû. MED-DER’ê li baxçeyê avahiya xwe ya li Semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê şahiyek li dar xist û belge dan kursiyeran. Malbatên zarokan, komele û saziyên civaka sivîl tevli şahiyê bûn. 

Şahiyê bi axaftina Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû dest pê kir. Azîzoglû bal bire ser girîngiya hînkirina Kurdî û xwest gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve.

Piştî wî, rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç got, gava wan ji zarokan re gotiye, kargeh êdî bi dawî dibe, zarok hinekî hestiyar bûne û daxwaza berdewamiya kargehê kirine. Dîlan Guvençê got, wê kargehên bi vî rengî bidomin: “Hûn jî dizanin ku perwerdehiya serdema nû ya fermî dest pê kir û bi milyonan zarokên kurdan dê ji zimanê dayika xwe bêpar bimînin. Em vê yekê wekî sûcekî dibînin. Zimanê dayikê mafekî bingehîn e û em vê yekê jî wekî polîtîkayên bişavtinê dinirxînin. Daxwaza me ji malbatan ew e ku bila ev kargeh tenê li vir sînordar nemîne û her danûstandin bila bi zimanê Kurdî be.”

Dû re zarok derketin ser dikê helbest xwendin û piştî helbestan belgeyên zarokan hatin dayîn. Herî dawî zarok bi hev re derketin ser dikê û stranên “Elo Dîno, Gelo Ev Kî Bû, Mizîrko, Zimanê Kurdî’ gotin û bername bi dawî bû.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.