Dibin dengê girtiyan

Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:04

  • Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên azadiyê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ di roja 9’an de ye. Li Amed û Mêrsînê jî li dijî tecrîdê çalakiya Nobeta Edaletê hate destpêkirin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 9’an de dewam dike. Girtiyên PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û wê di 15’ê Sibatê de çalakiya xwe bi dawî bikin. 

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û ev 33 meh in ti agahî jê nayên wergirtin. 

Nobeta Edalatê dest pê kir

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. TUAY-DER´ê da zanîn ku bi çalakiya xwe piştevaniya greva biçîbûnê ya girtiyên azadiyê dikin.

Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî hat dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgeh tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat nerazîbûn nîşanî polêsan da, ji ber ku wan hewl dida daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin. Canpolta got, ew ê li her devera komeleya TUHAD-FED lê heye, nobetan bidin destpêkirin û wiha peyivî: “Em hemû niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.” 

Ji bo bibin deng, dil û çavên girtiyan 

Kerem Canpolat anî ziman ku ji Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 33 mehan e ku ti agahî nayê girtin û got, “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne, dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir hestiyar be. Hê jî grevên birçîbûnê neketine merheleyeke xeternak, divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.” 
 
Sedema xitimandinê tecrîd e

Di dewamê de Canpolat got, “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me, ev yek wê di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Wî got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pirr girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê wê nobet were dewrkirin.” 

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jî nobetê dest pê kir.

Divê dengê girtiyan bilind bibe

Li Şaxa Çûkûrova ya TUHAY-DER a Mêrsînê jî daxuyanî hat dayîn. Parlementerên HEDEP’ê yên Mêrsînê Perîhat Koca û Alî Bozan, nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê TUHAY-DER a Mêrsînê Ergîn Altûntaş li vir axivî û got, “Birêz Abdullah Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye. Em xwedî li greva birçîbûnê ku li 104 girtîgehan hatiye destpê kirin derdikevin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê birêz Ocalan fizîkî azad bibe.’’

Di dewamê de Altûntaş bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê yên berê, encamên trajîk bi xwe re anîbûn û bang li derdorên demokratîk û welatparêz kir da ku ji bo dengê li girtîgehan bilind bibe, tevlî berxwedana demokratîk bibin.

Piştî daxuyaniyê girse ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ketehundirê  avahiya komeleyê. Li vir Parlementera HDP’ê Perîhan Koca got, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bang li herkesî kir da ku li dora çalakiyê bibin yek. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.