- Zeynep Olbecî: Em bang li raya giştî dikin, têkoşîna jiyana demokratîk û azad berfireh bikin. Ji ber ku çavkaniya xerabiyên em bi wan re rû bi rû, israra di şerê li dijî jiyana azad, wekhev û neteweya demokratîk de ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 43 roj li pey xwe hiştin. Nobetên Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo piştgiriya bi zarokên xwe re jî, li 6 navendan dewam dike.
Siyasetvan Zeynep Olbecî di çarçoveya Doza Kobanê de tê dadgehkirin;Wî nameyek bi rêya parêzerên xwe wêşand, û têde got, ji îro û pê ve ew ê tevî hevalên xwe yên qawîşê tevlî greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" bibe.
Nameya Zeynep Olbeciyê wiha ye: “Merheba gelê Kurd ê hêja, merheba sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, jin û ciwanên ji welatê xwe hez dikin, ez we bi dil û can, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ji kerema xwe wiha nefikirin ku ji ber ku ez mexdûr im, vê silavê li we dikim. Wekî jineke ku 3 sal in di Doza Kobanê de tê dadgehkirin, ez hatim ku bibim parçeyek ji têkoşîna bi rûmet a aştiyê, xwe bigihînim we û tevlî têkoşîna we ya ji bo jiyaneke demokratîk, wekhev û azad bibim.
Rêveberiya xirab ne mecbûrî ye
Zeynep Olbecî di nameya xwe de bal bire ser israra şer a desthilata Tirkiyê û wiha dewam kir: "Sala 2023’yan yek ji wan salan bû ku ji bo bejewendiyên hin kesan di şer de israr hat kirin. Yên statukoparêz, şerxwaz, ji çareserkirina meseleya Kurd tenê ji qirkirinê fêm kirin. Lê maseya muzakereyê ya di sala 2013’yan de hat avakirin, nîşanî me da ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi axaftinê, bê çek û bi siyasetê pêkan e. Ji bo aştî, jiyana birûmet û yekîtiyê bedêlên mezin hatin dayîn. Lê di sala 2015’an de ji bo berjewendiyên yekalî, siyasî û aborî maseya muzakereyê ji bo berjewendiya statukoparêz û şerxwazan hat xerakirin. Girtiyên siyasî yên Kurd ku ez jî di nav de me, bawer dikin ku ji bo ew pêvajo careke din dest pê bike, rola birêz Abdullah Ocalan mezin e, em doza rakirina tecrîda li ser wî û hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi wî re dikin. Ev ji bo aştiyê esas e. Em gelê Kurd û jinên Kurd; me ji vê yekê bawer kiriye û ji bo aştî mayînde bibe, me aştî xist navenda têkoşîna xwe. Di 27’ê Mijdara 2023’yan de wekî girtiyên Kurd di grevên birçîbûnê ya bidem û bidor de, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û ji nû ve avakirina maseya muzakereyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, derketin pêş. Em bang li raya giştî dikin da ku li gorî van daxwazan têkoşîna jiyana demokratîk û azad berfireh bikin. Ji ber ku çavkaniya hemû xerabiyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin, israra di şerê li dijî jiyana azad û wekhev û neteweya demokratîk de ye. Komkujiyên jin û zarokan, destavêtin, birçîbûn û perîşaniya ku civak pê re rû bi rû maye, herikîna çete û baronên tiryakê ya ji çar aliyên cîhanê ber bi welêt ve; ji ber ku mirov siberoja xwe nabînin li çar aliyên cîhanê belav bûne. Sedema van, ev xirabiya rêxistinkirî ye. Em ne mecbûr in ku di bin banê vê rêveberiya xirab a rêxistinkirî de bijîn. Ez û hevalên xwe ji bo tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin ketin greva birçîbûnê. Ez bang li raya giştî ya demokratîk dikim da ku ji bo pêkanîna van mafên me yên rewa û mafdar bi awayekî xurt têbikoşin. Ez we hemûyan bi hêviya ku dê di nêz de aştiyeke birûmet were vê xakê, bi hezkirin û rêzgirî hembêz dikim."
MA/ENQERE