• Doza ji ber hewldana reşkujiiya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar a Hezîrana 2017’an, li Dadgeha Ceza a Brukselê dest pê kir. 

MAXIME AZADÎ

Doza ji ber hewldana reşkujiiya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzi Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar a Hezîrana 2017’an, li Dadgeha Ceza a Brukselê dest pê kir. Di dozê de biryar wê 22´yê Nîsanê bê dayîn. 

Di doza li Dadgeha Ceza de bi giştî 4 kes tên dadgehkirin: Zekeriya Çelikbilek, Yakup Koç, Necati Demirogulları û Haci Akkulak. Di lêpirsîna dozê de 18 Hezîrana 2021’ê biryar hatibû dayîn ku doz bê vekirin. 

Parêzerê Aydar û Kartal, Jan Fermon bi dosyaya xwe ya ji bo dozê de nîşan dide ku li Ewrûpayê tevneke berfireh a reşkujiyan û sîxuriyê ya dewleta Tirk heye. Dosya her wiha rola sefîrê Tirk ê Parîsê Îsmaîl Hakki Musa û gelek kesên din di komkujiya li Parîsê ya li dijî sê jinên Kurd ên şoreşger jî rave dike. Di dosyayê de agahiyên cidî hene ku nîşan didin Îsmaîl Hakki Musa hewldana reşkujiya li Brukselê koordîne dike. 

Hezîrana 2017´an di kontroleke li dora avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Brukselê de Yakup Koç û Zekeriya Çelik gava ku keşîf dikirin, hatibûn zeftkirin. Li ser Yakup Koç nasameyeke polêsê Tirk derketibû. Derketibû holê ku Zekeriya Çelik jî esker bûye. Wekî din xuya dibû ku Necati Demirogullarıi yê li Belçîkayê dimîne, ji bo lojîstîkê û peydakirina hevkaran xebitiye.

Haci Akkulak ê Kurd jî pêşî wekî ajan hatiye bikaranîn. Gava ku dibîne, mesele reşkujî ye, diçe cem polêsê Belçîkî û li xwe mikur tê. 

Yakup Koç reviya Tirkiyeyê, lê Zekeriya Çelikbilek li Fransayê dimîne. Çelikbilek xwe weke elektrisyen dide nasîn. Ew û Yakup Koç, di dosyayê de amadekarên pîlana reşkujiyê ne.
 
Tohmetbar neçûn dadgehê

Di rûniştina dozê ya doh a li Dadgeha Ceza ya Brukselê de tenê parêzerê Necati Demirogullari hazir bû. Zubeyir Aydar û Remzî Kartal, tevî parêzerê xwe Jan Fermon di rûniştinê de amade bûn. 

Jan Fermon, di rûniştinê de peywendiyên tîma reşkujiyê, axaftinên wan ên di nava xwe de, wêneyên wan bi serçeteyê SADAT´ê Adnan Tanriverdi û şêwirmendê Tayyip Erdogan, Seyit Sertçelik re ên li Parîs û qesra Erdogan a li Enqerê hatine girtin, nîşan dan.
 
Dozger mexdûr tohmetbar kirin

Dozgerê dozê, ne heman dozgerê dosya amade kirî bû. Dozgerê beriya niha, îdîa kiribû ku ne lazim e doz bê vekirin. Ev dozger qebûl dike ku gilî heq e, lê rewş “têra xwe ne zelal” e. Dozger got, dibe ku Akkulak tesîr li endamên din ê tîma reşkujiyê kiribe. 

Jan Fermon ji ANF´ê re peyivê û got, “Tevahiya daneyên di dosyayê de dozger û agahiyên wî li derewê diqelibînin. Yakup Koç, bi rêya Demirogullari têkilî bi Akkullak re daniye. Tevahiya qeydên deng nîşan didin ku Çelikbilek û Koç projeya reşkujiyê amade kirine. Ne mumkin e mirov fikra dozger di çarçoveya hiqûqî de fêm bike.”

Zubeyir Aydar jî nerazîbûn nîşanî helwêsta dozger da yê ku hema hema ew bi xwe tohmetbar kirine, û got, “Akkulak ji ber ku wijdanê wî qebûl nekiriye, agahî daye polês. Em difikirin ku ji bo hewldan û reşkujiyên bi vî rengî nebin, biryara dadgeh bide girîng e.”

Parêzer Jan Fermon wekî din got, dibe ku ji ber peywendiyên bi Tirkiyeyê re dibe ku tesîreke siyasî li dadgehê bê kirin. Parêzerê Demirogullari sûc red kirin. Jan Fermon bi xwe dibêje, erê dewra wî talî ye, lê dizanî ka çi dike û xwest ku weke “endamê rêxistina terorîst” bê tohmetbarkirin. Heyeta Dadgehê da zanîn ku ew ê 22´yê Nîsanê biryara xwe bide.