Derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinên parêzgehên Iraqê yên 18`ê Kanûna 2023’yan pêk hat, daxuyanî û planên dewleta Tirk-PDK`ê de cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ANHA`yê re axivî. Kamûran Berwarî diyar kir ku hilbijartinên di 18`ê Kanûnê de pirsgirêka Iraqê çareser nakin û got:“Ev hilbijartina hatiye kirin nabe sedema çareseriya pirsgirêka Iraqê. Ji ber ku hîn jî pirsgirêkên hilbijartinan nehatine çareserkirin. Li ser navê gel hin tifaqên li piştperdeyan di navbera hinek alî û hinek kesan de çêbûne. Gelek deng hatine tomarkirin û gendeliyeke mezin kirine.”

Siyaseta Tirkiyê şikest

Berwarî destnîşan kir ku di van hilbijartinan de jî diyar dibe ku gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê siyaseta dewleta Tirk, hevpeymanên wê yên navxweyî û herêmî gelekî baş fem kirine û got:“Ji ber vê yeke dewleta Tirk û hevkarên wan roj bi roj dişikên, rastiya wan tê dîtin. Di encama hilbijartinên li Mûsil, Kerkûk û cihên madeya 140’an jî derket holê ku siyaseta dewleta Tirk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê şikestiye.”

Kamûran Berwarî der barê daxuyaniyên wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ên dijberî YNK`ê de jî got:“Hakan Fîdan piştî bûye wezîrê karên derve jî dîsa wekî serokê MÎT`ê daxuyaniyan dide. Ew baş dizane ew daxuyanî vala ne û nikare yekrêziya gelê Kurd têk bibe. YNK nabe amûra siyaseta dewleta Tirk û ew baş dizane her hêzeke li Başûrê Kurdistanê yan jî li Rojavayê Kurdistanê hevkarî li gel Tirkiyeyê dike, di nav gelê Kurd de rezîl û riswa bûye.” Berwarî ji bo amedekariyên hilbijartinên parlamentoyê yên 30`ê Gulanê li Başûrê Kurdistanê jî got:“Xelkê Başûrê Kurdistanê baş dizanê wê dengê xwe bide kê. Ew ê encamên wekî yên li Mûsil û Kerkûkê derkevin holê. Hinek tiştên ji nişka ve çêbin. Ger di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de weke berê gendeliyên mezin çênebin, wê nexşeyên siyasî li Başûrê Kurdistanê bên guhertin. Ji ber ku gelê me deng nade hêzên li gel dewleta Tirk.”

An rast dibin an tên guhertin

Berwarî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku di vê qonaxa xeternak de divê hişyar bin û got:“Ev qonaxa niha ya Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, gelekî xeternak û biêş e. Ji ber ku rewşa gelê Başûrê Kurdistanê di her alî de xirab e. Rewş gihîştiye wê astê ku ger di nava çend mehên bê de guhertin çênebe, bê guman wê serhildaneke giştî li Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbe. Ew kesên niha desthilatdar in, divê bizanin ku êdî girseya wan nemaye. Ji ber wê jî yan wê bi zexta gel xwe rast bikin, an jî ji meydana siyasî rabin. Ev sîstema federaliyê li Başûrê Kurdistanê têk çûye, divê em êdî sîstema konfederalîzma demokratîk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Ew sîstema li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn, mînakeke baş e ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN