Dibe ku şer biqewime

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:05

  • Cemîl Bayik: PDK ala Başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta Tirk bi kar tîne. Eger PDK vê hevkariya bi dewleta Tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê bin jî, şer wê biqewime.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Shar Pressê re axivî. Shar Presse li Başûrê Kurdistanê weşanê dike. Bayik jê re got, PDK piştgiriya îstixbaratê dide dewleta Tirk û qadên ku tespît dike, ji dewleta Tirk re radigihîne.

Bayik got, "PDK ala Başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta Tirk bi kar tîne. Eger PDK vê hevkariya bi dewleta Tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin, şer wê biqewime."

PDK kirêkirî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku divê gelê Kurd têkiliyên di navbera malbata Barzanî û dewleta Tirk baş nas bike û got, "Têkiliya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re li ser esasê kirêkirinê ye. PDK bi her awayî piştgiriyê dide artêşa dewleta Tirk. PDK ji bo dewleta Tirk cih tespît dike, qadên ku tespît kirine, ji dewleta Tirk re radigihîne û piştgiriya lojîstîkî dide hêzên dewleta Tirk. Li ser qadên gerîla îstixbaratê dide."

Bexda red dike Barzanî bi cih tînin

Bayik hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi bîr xist û got, piştî vê hevdîtinê piştgiriya Barzaniyan a ji bo dewleta Tirk zêde bûye.

Bayik got, "Tiştekî ecêb e. Bexda daxwazeke bi tenê ya dewleta Tirk qebûl nake, lê Barzaniyan daxwazên dewleta Tirk hemû bi cih anîn. PDK ji bo leşkerên dagirker ên dewleta Tirk biparêze û veşêre, ala Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Bûyerên li Bradost û Sîdekanê diqewimin, dewama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Xuya ye bûyerên li Bradostê diqewimin, encameke ji hevdîtina Hakan Fîdan û Barzaniyan e."

Dixwazin YNK’ê jî bikin şirîkê xwe

Bayik êrişa dewleta Tirk a bi balafireke bêmirov a li dijî Balafirgeha Erbetê jî nirxand ku 18'ê Îlonê li Silêmaniyeyê hate kirin û got, "Armanca dewleta Tirk ji êrişa li dijî Balafirgeha Erbetê, tirsandina xelkê Silêmaniyê û Soran e. Çawa ku bi piştgiriya PDK'ê herêma Behdînanê bûye navenda MÎT'ê û dewleta Tirk, bi tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran jî dixwazin vê qadê bixin bin kontrola MÎT'ê. Li aliyê din, bi tirsandinê dixwazin YNK'ê jî mîna PDK'ê bikin şirîkê dewleta Tirk."

Bayik got, "Xelkê Silêmaniye û Soran dest ji xeta welatparêziyê bernedane. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi israr êrişî Silêmaniyê û Soran dike. Em heta dawiyê pê bawer û piştrast in ku xelkê Silêmaniye û Soran wê li ser welatparêziyê bi biryar bin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.