Dibe ku rê li şerê navxweyî vebe

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:24

Rojnameger Argeş Şengalî derheqê peymana antî Kurd a di navbeyna Enqer-Bexda-Malbata Barzaniyan de ku 15’ê Tebaxê hatî mohrkirin got di serî de ji bo civaka Êzîdî, ji bo hemû gelan gefeke mezin e û ku Bexda bi paş ve gav neavêje dibe ku rê li ber şerê navxwe veke û xwest ku Bexda ji şaşîtiya xwe vegere.

Piştî peymana antî Kurd a 15’ê Tebaxê ya di navbenya Enqere-Bexda-Malbata Barzanî dijî di nav 2 heftiyan de 2 jê rojnamger, 7 kes bi êrîşên Tirk û palpiştiya îstîxbarî ya Barzaniyan û Enqerê şehîd bûn.

Rojnameger Argeş Şengalî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji 2015’an û pê ve êrîşên dagirker ên li ser Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye, Malbata Barzanî jî pêşengiya van êrîşan kiriye û xwezaya herêmê halê hazir teslîmî Tirkiyê kiriye. Şengalî got dagireriya Tirk û malbata Barzanî berê jî êrîş dianîn ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê lê niha dixwazin tevahiya herêmê bikin qada şer.

Şengalî diyar kir dewleta Tirk ji bo ku bi serê xwe nikare planên dagirkerinê bi cih bîne ji Sûriyê komên DAIŞ’î anîne dîsa jî tiştek bi dest ve neaniye û ji bo vê bi Bexdayê re li hev kiriye. Şengalî diyar kir hin xalên peymanê nehatine aşkerekirin lê ne tesadûf e ku rojnameger û sivîl bûne hedefa êrîşên Tirk.

Şengalî bi domdarî anî zimên ku êrîş bidomin dibe kul i Iraqê rê li şerê navxweyî vebe û got, ’’Heke hikûmeta Iraqê ji vê peymanê paşvegav neavêje, dewleta Tirk wê Iraqê ber bi şerê navxweyî ve bibe. Hebûna Tirkiyeyê ya li vê derê, di serî de ji bo civaka Êzidî ji bo hemû gelan gef e. Bêdengiya PDK’ê ya li dijî van êrişan, encama hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ye. Heke hikûmeta Iraqê li dijî van êrişan bêdeng bimîne, wê Tirkiye êrîşan berfirehtir bike. Em dibînin ku gihiştiye sînorên Dihokê. Ev yek nîşan dide ku xaka Herêma Kurdistanê firotine Tirkiyeyê.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.