Dibe ku lêpirsîn destpê bike

Şemî 3 Sibat 2024 - 00:54

MÛHAMMED KAYA / ANF / BERLÎN

Yek ji parêzerên ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê li Elmanyayê serî li Dozgeriya Federal daye, Patrîck Kroker bal bire ser girtin û binçavkirina derqanûnî, bi zorê windakirin û êşkenceyê û destnîşan kir, dibe ku lêpirsîn were vekirin.

Parêzer Patrîck Kroker ku di bernameya Sûcên Navneteweyî û Hesabdayînê ya ECCHR’ê (International Crimes and Accountability) de cih digire ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Patrîck Kroker bi bîr xist, faîlên sûcên li Efrînê ku ji sala 2018’an ve destpê kir; ne ji bo darizandina rayedarên Tirk ne jî ji bo darizandina çeteyên girêdayî wê serlêdaneke qanûnî nehatiye kirin. Parêzer Kroker diyar kir, bêdengiya dozgerên navneteweyî ya li hemberî vî sûcî yek ji sedemên gilîkirinê ye û wiha got:“Li gorî me binpêkirinên ku li Efrînê li hemberî nifûsa ku piraniya wê Kurd in têne kirin di nava sûcên herî cidî de cih digirin, ji nav sûcên ku li Sûriyeyê têne kirin. Heta niha me lêpirsînên li dijî komên mîna El Nusra û DAÎŞ’ê û rayedarên rejîmê dîtin, lê dema ku sûcên li bakurê Sûriyeyê dibin mijara gotinê valatiyeke mezin heye û ev jî nuqteya kor a lêpirsînan e. Ev yek neheqî ye, ji ber ku li dijî mirovahiyê sûc tê kirin. Giliya sûc a ku me 18’ê Çileyê li Dozgeriya Federal kir, dikeve nava çarçoveya lêpirsîna çêkerî ya duyemîn de. Ev, gava destpêkê ye. Em nikarin ji aliyê hiqûqa cezayê ve lêpirsînê vekin. Tişta ku em bi giliya sûc dikin, pêşşkirina îspat û daxwazkirina lêpirsînê ye. Em hêvî dikin ku dozger van îspatan qebûl bike, dest bi lêpirsîna nepenan bike û hemû agahiyên ku me pêşş kirine, analîz bike.”

Tirs û xofê ava çêdikin

Parêzer Kroker destnîşan kir ku bi taybetî gilî li serçeteyên ku bi alîkariya Tirkiyeyê ji sala 2018’an ve li herêma Efrînê bi rengekî sîstematîk zilmê dikin û bûne sedema belavbûna nifûsa herêmî, kirine û wiha got: “Van sûcan bi alîkariya Tirkiyeyê dikin. Lê di navenda vê giliyê de ‘milîs’ cih digirin. Ji ber ku ev sûc li herêma Kurdan a li Sûriyeyê têne kirin û li gorî feraseta me Sûriye jî parçeyekî vekirî ya lêpirsînên çêkerî ye.”

Parêzer Patrîck Kroker anî ziman ku di serlêdanên xwe de îşaret bi wê yekê kirine ku bi hezaran mal û qadên çandiniyê yên Kurdan bi rengekî sîstematîk hatine talankirin û bal bire ser girtin û binçavkirinên derqanûnî:“Rû bi rûyê êşkence, bi zorê windakirin û tundiya zayendî dimînin. ‘Milîs’ rêveberiyeke kêfî pêk tînin, atmosfereke tirs û terorê ava dikin da ku Kurdan ji cihê wan bikin. Ev sûcên navneteweyî ku bi dagirkeriya beriya 6 salan re destpê kirin, îro jî dewam dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.