Dibe ku hezar roj jî bin 

Duşem 7 Hezîran 2021 - 02:19

Du birayên wî û bavê wî bi destê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin kuştin, û ev 91 roj in tevî dayika xwe li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Em behsa Ferît Şenyaşar dikin. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar li Rihayê pê re li ser têkoşîna wî ya 3 salan a ji bo edaletê peyiviye. 

Ferît Şenyaşar behsa tesîra êrişê li ser malbata xwe dike û dibêje, "Li gund erdekî me yê biçûk heye. Em dawiya hefteyê diçûn nav wî erdî û em bi darên xwe bilî dibûn. Êvarî gava em dihatin malê, em hemû li mala dêya min dihatin cem hev. Rewşa me ya aborî baş bû û ji bo siberojê plansaziyên me hebûn. Ê me hemûyan zarokên me piçûk bûn û derbarê wan de xeyalên me hebûn. Me dixwest em wan baş perwerde bikin û wan ji bo siberojê amade bikin. Lê niha malbata min parçe parçe bû. Niha ne ez ne jî dêya min, em nikarin li malê rûnên." 

Bi hêza dewletê komkujî kirin

Ferît Şenyaşar, dibêje zilma ku roja êrişê dest pê kiriye, 3 salan bi dadgehkirinê didome: "Ya li me tê kirin zilmeke girankirî ye. Birayê min (Fadil Şenyaşar) 3 sal in bi awayekî bêhiqûqî bi tena serê xwe di hucreyekê tê ragirtin. Gava azad bibe, ez ê tiştên hatine serê me bikim pirtûk û ez ê di pêşgotina wê de bibêjim 'Li Edliyeya Rihayê zilm heye.' Zilma bi destê parlamenter hat destpêkirin, 3 sal in bi destê darazê didome.”

Ew ji piştevaniya xelkê razî ye û dibêje, vê kir ku tevahiya Tirkiyeyê bi têkoşîna wan bihise û wiha dewam dike: "Malbata Yildiz hêza dewletê bi kar anî û bi vî awayî komkujî kir." 

Heta pêkhatina edaletê

Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku ew par çûne Enqerê, da ku miracaetî Wezareta Dadê ya Tirk bikin. Lê ew hatine astengkirin. Serokkomariyê jî ew asteng kirine. Kanûna par, ew çûn avahiya AKP´ê ya Rihayê jî. Li wir piştî hevdîtina bi cigirê rêxistina bajêr a AKP´ê re polês ew ji ber avahiya AKP´ê birin nezaretê. 

Şenyaşar bi bîr xist ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re nehatiye qebûlkirin û behsa çalakiya xwe ya nobetê wiha kir: “Ev bû 90 roj (îro 91 roj) me dest bi çalakiyê kiriye. Me hêvî kir ku doz di demeke kurt de dest pê bike û berpirsiyar bên dadgehkirin, lê Serdozgerê Rihayê hê jî kesên komkujî kirine, diparêze. Ev çalakî hezar rojan jî bidome, em ê bên ber vê edliyeyê. Heta edalet pêk neyê em ê bitêkoşin."

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.