Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik der barê êrişên dewleta Tirk ên dagirker û helwesta Hikûmeta Herêmê de got; “Hêzên siyasî yên Kurd îradeya xwe ya siyasî ji dest dane, vê yekê jî wisan kiriye ku nikaribin li beramberî êriş û pilanên li ser Kurdistanê bibin xwedî helwest. Desthilatdarên Başûr bûne lîstoka destê dagirkeran.
23’ê Nîsanê, dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh dibe ser herêma Metîna, Zap û Avaşînê. Mamostayê Zanîngehê Dr. Kameran Mentik di hevpeyvîneke taybet li gel Rojnews’ê de behsa armanca vê êrişa dagirkeriyê kir û îşaret bi şerê li Qamişlo kir û got: “Dewleta Tirk stratejiyeke zelal li beramberî Kurdan û Başûrê Kurdistanê heye. Dixwaze sûd ji hemû derfetan wergire û êrişê ser Başûrê Kurdistanê bike û beşek ji pilanên xwe yên stratejîk bi cih bîne. Êrişên niha yên deweleta Tirk di demekê de ne ku danûstaninên navbera wê û Emerîkayê hinekî aloz bûne. Tirkiye vê aloziyê wek fersendekê dibîne ji bo bikare siyaseta xwe bicih bîne. Stratejiya Tirkiyeyê ew e ku xaka Başûrê Kurdistanê wek beşek ji Tirkiyeyê dihesibîne û dixwaze vegerîne ser Tirkiyeyê. Lê armanca wê ew e ku di destpêkê de wan deverên çiyayî ku ev sed sale bûye cihê berxwedana Kurdan ji destê Kurdan derxîne û demografiya wan deveran biguherîne. Yanî ew penda Kurdan ya ku dibêje ‘Em Kurd ji çiyan zêdetir ti dostekî me yê din nine’ dixwaze çiyayên Kurdan jî ji destê wan derxîne.”
Dr. Kameran Mentik bal kişand ser guhertinên demografîk ên li Kurdistanê û bêdengiya beşekî mezin ê medya, rewşenbîr û xelkê Kurd û got: “Diviyabû niha kolan hemû bi mirovan tijî bibûna, lê bi qasî pêdivî pê heye helwest nîşan nadin. Kurdên derveyî welat jî tişta tê xwestin nekirine.”
Kameran Mentik diyar kir ku hêzên li Başûr îradeya xwe ji dest dane û got: “Divê xelkê Kurdistan were hişyarkirin. Ji ber ku Kurdistan di demek hestyar de derbaz dibe, dibe ku her tişt ji dest biçe.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ