Belkî cenaze ji hepsê derkevin

Çarşem 10 Tebax 2022 - 21:21

  • Aktîvîst û parêzer li Silêmaniyê li ber Dadgeha Silêmaniyê kom bûn û daxwaza azadkirina girtiyên Behdînanê kirin.

Aktîvîst û parêzer li Silêmaniyê li ber Dadgeha Silêmaniyê kom bûn û daxwaza azadkirina girtiyên Behdînanê kirin. Wan gotm “Qederê 20 rojan e ku girtiyên Behdînanê di gireva birçîbûnê de ne û siheta wan xira bûye. Peyama wan ya dawî wiha ye; ‘cenazeyên me wê di nava hefteyekê de ji girtîgehê derkevin’.”

Xwepêşanderan daxuyaniyek da çapemeniyê. Aktîvîst Hêmîn Mihemed li ser navê hevkarên xwe û malbatên girtiyên Behdînanê got, “Piştî Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî û hemû girtiyên li Behdînanê bi biryara Mesrûr Barzanî û di dadgeheke nedadperwer de neheq hatin cezakirin. Niha cezayê wan bi dawî bûye, lê nayên berdan. Qederê 20 rojan e ku dest bi gireva birçîbûnê kirine. Gurçikên hevalên me hatine ber têkçûnê û çavên wan dê kor bibin. Rewşa wan ya sihetê gelek xirab e û peyama wan a dawî wiha ye; ‘Hefteyeke din cenazeyên me wê ji girtîgehê derkevin, ji ber ku ger wiha dewam bike, em ê hemû bimirin.’

Li vir em bang li aliyên siyasî dikin da ku helwesteke cidî raber bikin. Her wiha em bang li mamosteyên olî dikin da ku axaftinên taybet ji bo girtiyên Behdînanê bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.