Hêzên gerîla li Avaşînê çalakî kirin û 2 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin. NPG´ê jî ji ber çalakiyên serketî Fermandariya Dêrsim û Botanê pîroz kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê, 8'ê Tebaxê saet di 07:10'an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn ê Xakurkê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derb li hedefan hate xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê,
Dagirkerên li quntara Girê Sor ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 8'ê Tebaxê saet di 14:30'î de dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, ji nêz ve li wan hate xistin. Piştî vê derbê dagirker li qadê belav bûn û cara duyemîn derb li wan hate xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji deverê birin û qedemeyekê vekişiyan.
8'ê Tebaxê saet di navbera 12:00-18:00 de li herêma Avaşînê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 5 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Heman rojê saet di 01:00´ê de tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin. Drone li ser herêmê hîna jî digerin."
NPG´ê Dêrsim û Botan pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber çalakiyên wan, fermandariyên eyaleta Dêrsim û Botanê pîroz kir. NPG´ê got, “30’ê Tîrmehê li hemberî qereqola Amûtka ya navçeya Xozad a Dersimê hêzên we çalakiyeke serketî li dar xistibû. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatibû cezakirin û derb li wesayîta leşkerî hatibû xistin. Qereqola Amûtka ya ku di sala 1936’an de ji bo qirkirina gelê me yê Dersimê hatiye avakirin û bûye sersebebê qetilkirina gelek Kurdên bêguneh, çalakiyeke bi vî awayî li dar xistin xwedî wateyeke dîrokî ye û ji bo dagirkeran peyameke di cih de ye.
Her wiha cardin li navçeya Xozadê ya Dersimê, 5’ê Tebaxê hêzên YJA Starê çalakiyeke serketî li dar xistibû. Di vê çalakiya koordîneyî de herî kêm dagirkerek hatibû cezakirin û derb li dagirkerên din hatibû xistin. Bi van çalakiyan cardin hatiye nîşandan ku agirê berxwedan û serhildana şoreşa Kurdistanê wê ti carî li lûtkeyên Dêrsimê netefe û heya serketinê her roj gur û geştir be.
Roja 6’ê Tebaxê li Eyaleta Botanê, derdora gundê Şaminis ê navçeya Şaxê ya Wanê, hêzên YJA Starê rêze çalakiyên serketî kirin. Di encama van rêzeçalakiyan de ku ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hatibû lidarxistin, 10 dagirker hatibûn cezakirin.
Em hevalên tevlî van çalakiyan bûne û tevahî şervan û fermandarên eyaleta Dêrsim û Botanê pîroz dikin.”
ANF/BEHDÎNAN