Di wêjeyê de navekî nû; Fatma Agva

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Sibat 2025 - 00:29

  • Fatma Agva pirtûka xwe ya bi navê “Die Wahrheit ist, ich war schon immer anders" (Rastî ew bû ku ez her tim cuda bûm) bi rêya Weşanên Novum da çap kirin. Ev pirtûk pirtûka Fatma Agva ya ewil e. Fatma Agva di pirtûka xwe de daye pey serpêhatî û bîranînên xwe ku ji zarokatî heta îro li ser tesîrê kirine.

FIRAZ BARAN

Di van salên dawî de jinên Kurd li Elmanyayê xebatên gelek serketî dibin serî û xwe di meydana hunerê de Kurdan temsîl dikin. Cemîle Şahîn, Ronya Othmann, Karosh Taha, Şeyda Kurt, Fatma Aydemir û Mely Kiyak ew nav in ku ewil tên bîra mirov. Ev jinên ku me navê wan hilanî bi roman û çîrokên xwe bergeheke nû vedikin di wêjeya Elmanî de. Niha jî navekî nû li van navan zêde bûye; Fatma Agva.

Fatma Agva pirtûka xwe ya bi navê “Die Wahrheit ist, ich war schon immer anders" (Rastî ew bû ku ez her tim cuda bûm) bi rêya Weşanên Novum da çap kirin. Ev pirtûk pirtûka Fatma Agva ya ewil e. 

Fatma Agva di pirtûka xwe de daye pey serpêhatî û bîranînên xwe ku ji zarokatî heta îro li ser tesîrê kirine. Zimanê û honaka romanê balkêş û herikbar e. Nexasim jî teswîrên wê yên li ser xweza û tevgerên insanan gelekî baş in û bi vî awayî zimanê pirtûkê çêtir bûye. Fatma Agva bi rastiya xwe re rû bi rû maye ku kêm kes dikare vê wêrekiyê nîşan bide. Her wiha hevokên wê jî pirr sade û bi tîn in…ev yek jî dike ku xwîner bi rehetî pirtûkê bixwîne û jê aciz nebe.

Di pirtûkê de zarokekî gundî heye ku qet hay ji nefret û derawan nîne. Zarokekî saf, ji insanan bawer dike, ji xwezayê hez dike û qet kerba wî ranebe û gava çirûska hezkirinê bibîne dikare kesên bi xeletî tevdigerin efû bike. Nivîskar di rûpela 17’an de dibêje; “Hemû insan bi awayekî xwezayî saf tên dinyayê lê tenê yên taybet dikarin bi awayekî saf heta mirinê dewam bikin û weke kesên saf bimirin.” Gava mirov pirtûkê dixwîne bivênevê di bin tesîra hevokên wê de dimîne. Her ku xwîner ber bi kûrahiya pirtûkê ve diçe û rûpelan diqulibîne xemgîn dibe, dikene, serpêhatiyên xwe tîne bîra xwe, meraq dike û kela canê wî/wê radibe. Di pirtûkê de tê dîtin ku morîstanek dikare hêviyê bide insanan. Her wiha coşa rûparekî jî dikare xeyalên zarokekî geş bike û dinyayek xweşik pê bide avakirin.

Gava min pirtûka Fatma Agva xwend nivîskara ji Başûrê Kurdistanê ya bi navê Fewziye Salih Menmi hat bîra min. Meha çûyî li ser romana xwe ya bi navê “Nalîna Germiyaniyek Bêkes” ji Rojnewsê re axivî bû û gotibû; “Ez di vê pirtûka xwe de behsa Enfalê dikim. Divê êdî jin karibin dîroka Kurdistanê bikin roman û li ser çîrokan binivîsin. Ji lewma mêr nikarin derdê jinan bînin ziman û rave bikin.” Min jî li ser Pazarcixê qederê 10 salan lêkolînan bire serî lê dikarim bibêjim ku Fatma Agva bi awayekî din nêzî meseleyan bûye û ji min cudatir nirxandiye. Ez dibêjim têkiliya vî tiştî û jinbûnê bi hevre heye. Her wiha kesayeta henûn a Fatma jî muhim e ji bo van encamên baş ên pirtûkê.

Gundê Fatma Agva

Markaz ango Pazarcix qederê 80 km dirêj û bi qasî 40 km jî fireh e. Li Markazê 180 gund û mezrayên Kurdan hene. Çemê Chirit (Aksu) di nîvê Markazê de dibuhire. Dirêjiya çem 150 km ye. Li her du aliyên çem jî gundên Kurdan hene ku ew pirr girêdayî xwezayê ne û baweriya wan bi xwezayê heye. Yek ji van gundên hanê jî Şoylon (Şallıuşağı) ye. Aha Fatma Agva ji vî gundî ye. 

Ev gund girêdayî eşîra Sînemîl e. Di navbera du giran de dimîne û li jêra Keleha Koroxlî dimîne. Derûdora gund bi şûnwarên arkeolojîk tije ne. Weke nimûne li Koyton ku cîranê Şoylonê ye şikeftên dîrokî hene. Xelkê 5.500 sal berê van şikeftan weke xanî bikaraniye. Şoylon û Pazarcix hemû heya sala 1920’an jî xwedî daristanên mezin û dewlemend bûn. Dewleta Tirk di navbera salên 1930 û 1990’î de darên li van daristanan birî û daristanê talan kir. Piştî talana daristanan gelek cureyên heywanan ên kuvî jî ji vir bar kirin.

Di dîroka Elmanan de General Moltke kesekî girîng e. Moltke jî di wextê de çûye Markazê û bi serokê Eşîra Sînemîl, Bilê Reş re hevdîtinan kiriye. Gava ew li Markazê ye nameyekê ji Elmanya re dişîne û bi vî awayî pesnê daristanên li Markazê dide; “Kurd her tim nêzî daristanan dijîn. Naxwe ew ê nikaribin di sar û seqema zivistanê li ber xwe bidin. Ji lewma zivistanên li vir jî eynî weke yên me dirêj û serma ne.”

Xwişka Ayşe Agva ye.

Fatma Agva di sala 1978’an de tê dinyayê. Di zarokatiya xwe de tevî malbatê koçî Elmanyayê dike. Fatma xwişka şehîdê Kurdistanê Ayşe Agva ye. Niha li bajarê Limburgê dijî. Ev bajar li eyaleta Hessenê dimîne û nêzî bajarê Frankfurtê ye ku Goethe jî li wir hatiye dinyayê. Her wiha 80 km jî dûrî Neu Isenburg e ku niha rojnameya me li vî bajarî derdikeve. Bajarê Lîmburgê bi mîmariya xwe bajarekî kevnar e ku ji Qirna Navîn maye. 

Xeyala wergera Kurdî

Ew di derheqê Kurdistanê de jî xwedî hestên kûr e. Wê pirtûka xwe ya duyem jî teslîmê weşanxaneyê kiriye û dixwaze pirtûka xwe ya sêyem ji bo zarokan binivîse. Ev biryara wê jî biryareke baş e. Ji ber ku zimanekî wê yê sade û besît heye. Dikarim bibêjim ku zarokên 10-13 salî jî dikarin pirtûka wê ya ewil bixwînin bêyî ku zehmetî bikşînin. Ew niha pirr kêfxweş e ku pirtûka xwe ya yekem çap kiriye û yek ji xeyalên xwe yên ji bo pirtûkê jî wiha eşkere dike; “Xeyala min a herî mezin di derheqê vê pirtûkê de ewe ku rojekê pirtûka min wergerînin zimanê Kurdî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.