Di tûrê etar de 6 pirtûkên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Îlon 2022 - 03:43

FETHÎ BALAMAN/MA/ÊLIH

 

Çetîn Lodî ku li Êlihê 29 sal in etariyê dike, çîrokên ku li kolanan dibihîstin, berhev kirin û ji van çîrokan 2 pirtûkên din ên bi Kurdî nivîsandin. 

Çetîn Lodî ê 44 salî, hêj di temenê xwe yê piçûk de ji Dihê ya ser bi Sêrtê koçî Êlihê kir û li vir dest bi karê etariyê kir. Wî 2 pirtûkên din ên nû nivîsandin. Lodî, di salên 90’î de li gel bavê xwe dest bi karê etariyê kir û hema hema ti kolanên gundên girêdayî navend û taxên Êlihê neman ku ew li wan negeriya. Lodî, di navbera salên 2011-2013’an de li Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-Der) dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kir û di demên piştre de jî dest bi nivîsandina pirtûkên bi Kurdî kir. Pirtûka xwe ya ewilî ya helbestan a bi navê "Rê û Rê” di 15’ê Hezîrana sala 2013’an de derxist û piştre jî duyemîn pirtûka helbestan a bi navê “Çavên Şevînî” çap kir. Di helbestên xwe de Lodî, mijarên weke hesret, bêrîkirin, xweza û kêfxweşî û xemgîniyên Kurdan dinirxîne. Di heman demê de bûyerên ku di dema etariyê de dibihîstin jî kirin mijara helbestên xwe.